Gelê Qamişlo şehîda xwe oxir kirin

Gelê Qamişlo şehîda xwe oxir kirin
Gelê Qamişlo şehîda xwe oxir kirin
Gelê Qamişlo şehîda xwe oxir kirin
Gelê Qamişlo şehîda xwe oxir kirin
Gelê Qamişlo şehîda xwe oxir kirin
Gelê Qamişlo şehîda xwe oxir kirin
Gelê Qamişlo şehîda xwe oxir kirin
20 adar 2018   13:39

QAMIŞLO – Gelê Qamişlo, şervana YPJ‘ê Buharîn Qamişlo bi merasîmekê li Şehîdgeha Delîl Sarûxan oxir kirin.

Girseya gel cenazeyê şervana YPJ‘ê Şehed Elî bi nasnav Buharîn Qamişlo ku dema erka xwe pêk di anî, şehîd, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîd Buharîn û al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyê hatibû xemilandin ber bi Şehîdgeha Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Kerwanê cenaze li şehîdeghê, bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hate pêşwazîkirin.

Li vir merasîmeke bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ‘ê ve dest pê kir.

Paşê, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Osman sersaxî ji malbata şehîd Buharîn re xwest û beşdarîbûna malbatê ji bo Meclîsa Malbatên Şehîdan pîroz kir.

Di merasîmê de her wiha bi navê YPJ û YPG‘ê Newroz Qamişlo axivî û got, "Şehîd pêşengên me yên manewî ne, em ê heta dawî şopdarên xeta wan bikin."

Nasnameya şehîd Buharîn ji aliyê endame Meclîsa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxmûs ve hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Buharîn di nava dirûşem û tîlîliyên dayikan hate veşartin.

(bb)

ANHA