Gelê herêma Firatê ji gelê Efrînê re alîkariyê kom dike

Gelê herêma Firatê ji gelê Efrînê re alîkariyê kom dike
20 adar, 2018   13:25

KOBANÊ – Şêniyên bajarên Kobanê û Girê Spî ji bo ku alîkariya gelê herêma Efrînê bikin berê xwe didin konê komkirina alîkariyan  û li gorî derfetên xwe alîkarî didin.

KOBANÊ

Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokrtîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li qada Şehîd Eqîd bi armanca destekdayîna gelê Efrînê konê komkirina alîkariyan vedan.

Di vê çarçoveyê de bi sedan malbatên Kobanê û gundewarên wê bi armanca destekdayîna gelê herêma Efrînê berê xwe didin konê alîkariyê û her kes li gorî defetên xwe alîkariyê dide.

Komîteya ku komkirina alîkariyan dişopîne destnîşan kirin ku pereyên ku werin komkirin wê pêdiviyên pêwîst ji gelê Efrînê re werin kirîn û ji wan re dê were şandin.

Hêjayî gotinê ku beşa duyemîn a alîkariyê ji bo Efrînê ber bi herêmên Şehbayê ve hate rêkirin.

GIRÊ SPÎ

Têkildarî heman mijarê, Meclîsa kantona Girê Spî serê vê sibê konê komkirina alîkariyê li ber Mala Gel a bajarê Girê Spî veda. Li ser vê esasê komînên kantonê dest bi komkirina alîkariyan kir.

Welatiya bi navê Maya Mihemed a ji navçeya Silûk êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê û bêdengiya navdewletî şermezar kir û tekez kir ku ew ê heta dawiyê bi gelê Efrînê re bin.

Salih Muslim ê ji bajarê Girê Spîye wiha axivî "Em weke gelê Girê Spî heta dawiyê em ê bi gelê Efrînê yê berxwedêr re bin.ʺ

(bx)

ANHA