Komîsyona Lêkolînê ya NY‘yê teqîna li Şamê şermezar kir

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) teqîna li Şamê ya li qehwexaniyekê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir.

Komîsyona Lêkolînê ya NY‘yê teqîna li Şamê şermezar kir
5 tîrmeh, 2026   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî teqîna 2‘ê vê Tîrmehê ya li qehwexaniyekê ya li Şamê daxuyaniyek li ser X‘ê weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişên li ser sivîlan li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ne, divê hesab ji berpirsên teqînê bê pirsîn.

Komîsyonê piştgiriya xwe bi qurbaniyan û malbatên wan re anî ziman û banga parastina sivîlan û rêgirtina li ber mîna van êrişan kir.

Di 2‘ê Tîrmehê de li qehwexaniyeke nêzî avahiya dadê ya Şamê teqînek çêbû. Di encamê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest daû 21 kes birîndar bûn.

(bb)