12 sal in li Strasboûrgê Nobeda Azadiyê tê girtin

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocelan ev 12 sal in li Strasboûrgê Nobeda Azadiyê tê girtin û vê hefteyê komeke ji bajarê Bremen ê Almanyayê nobed dewir girt.

12 sal in li Strasboûrgê Nobeda Azadiyê tê girtin
6 adar, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengtiya Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî bi mebesta  dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji 25’ê Xizîrana 2012’an û heya niha li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ‘Nobeda Azadiyê’ tê lidarxistin

Hemû hefteyan komên cuda yên ji welatên Ewropayê tên, nobedê dewir digirin.

Di hefteya 610’emîn de welatparêzên ji bajarê Bremen ê Elmanyayê yên bi navê Îshan Yilmaz, Abdullah Sonay û Kazim Çîçek nobed dewir girtin.

Berdevkê Komê Îshan Yilmaz bi bîr xist ku Nobeda Azadiyê ev 12 sal in berdewam dike û got: ‘’Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî, hewce ye gelê me hesastir tevbigere.’’

Yilmazî ev yek jî anîn ziman: ‘’Bi wasî ku esaret û tecrîd dewam bike, hewce ye em rehet tevnegerin. Beriya ku hêviya aştiyê li Tirkiyeyê ji holê rabe, hewce ye tecrîd bi dawî bibe.’’ Û bi taybetî bang li rewşenbîrên Tirk kir û got: ‘’Beriya ku daxwaza pêkvejiyanê ji holê rabe, hewce ye çalakî werin lidarxistin.’’

Îshan Yilmazî di dawiya axaftina xwe de ev yek ragihand: ‘’Hewce ye di zûtirîn demê de bi Rêbertî re hevdîtinên çareseriyê werin kirin, ev yek rasterast têkildarî azadiya Rêber Apo ye.’’