Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in

Jinan di çalakiyên ji bo 8`ê Adarê li dar dixin de, teqezî bi rola jinan di tevahî qadên jiyanê de û hewldanên wê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk kir.

Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
6 adar, 2024   16:05
Navenda nûçeyan

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên çandî, hunerî û hawîrdorî li dar ketin.

HELEB

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê panelek bi dirûşma "Hevjiyana azad û tevlêbûna jinan di çêkirina biryaran de" li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) lidar xist. Bi dehan endamên saziyên sivîl, kesayetên serbixwe yên Helebê tev li panelê bûn.

di panelê de dîroka têkoşîna jinan, fedakriyên ku jinan ji bo azadiya xwe dane, girîngiya malbatê û mafên jinan hatin nîqaşkirin.

QAMIŞLO

Koordînasyona Jinan a kantona Cizîrê, semînerek li hola civînan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Qamişloyê da. Endamên her sê meclisên Rêveber, Qanûnsaz û Edaletê tev li semînerê bûn.

Di semînerê de behsa dîroka jinan, êriş û siyasetênqirkirinê yên li dijî jinan ji aliyê pergala baviksalariyê ve tê kirin, li şûna wê pêkanîna pergala demokratîk li ser bingeha azadiya jinan, hate kirin.

Hate destnîşankirin ku divê jin têkoşînê mezin bikin û li hember êriş û siyasetên qirkirinê şoreşê berdewam bikin, li ser rêya şehîdên azadiyê bin heta ku armancên xwe pêk bînin.

MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan Zenûbya bi koordîneya Desteya Şaredariyan a kantona Minbicê hemleyeke paqijiyê ya Minbicê li dar xist ji bo ku çanda parastina hawîrdorê ji gemarbûnê belav bibe.

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û saziyên civaka sivîl û Desteya Şaredariyan li cem çerxerêya Jina Azad kom bûn û dest bi hemleyê kir.

EYN ÎSA

Kongra Star a kantona Girê Spî şahiyek li navçeya Eyn Îsayê li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî tev li şahiyê bûn ku li parka giştî ya navçeyê hate lidarxistin.

Endama rêveberiya Koordînasyona Kongra Star Ayat El Îsa 8`ê Adarê li jinan pîroz kir û bang li jinan li herêmên dagirkirî dikin ku li hemberî sûcan serî hildin û xwedî li mîrasa şehîdan û fikrê Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Di şahiyê de stran û govendên kurdî û erebî, cil û bergên çanda jinan a li herêmê û amûrên pêjandina nên hatin pêşandan.

KOBANÊ

Koordînasyona jin a Rêveberiya Xweser semînerek li hola Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê da. Hevserokên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser bi cil û bergên kurdî di semînerê de amade bûn.

Her wiha endamên jin ên sazî û desteyên jinan ên kantona Firatê serdana bendên kontrolê yên hêzên ewlehiyê li Kantona Firatê hate kirin û gul li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin hatin belavkirin.

(şx)

ANHA