ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ

Rûspî û şêxên eşîrên pêkhateyên kantona Minbicê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye.

ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
ˊRêbertî sembola aştî û azadiyê yeˊ
16 tîrmeh 2024   18:19
MINBIC

Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi serkêşiya berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzur serdana gelek mêvanxane û malên dîrokî yên pêkhateya kantonê û Nivîsgeha Komeleya Çeçen kir.

Însiyatîfê serdana mêvanxaneya El Şêx Heza El Şiblî, El Yûnis, şêxê eşîra El Bobetoş, mêvanxaneya El Şêx Diyab El Nayif şêxê eşîra El Xelaz, mêvanxaneya El Şêx Sadiq El Isêdî şêxê eşîra Benî Isêd kir. Di serdanê de şêx Ebdulkerîm Ilyas, şêx Hemdan Uwêd ên ji eşîra Kiyar, şxê Ebdullah ê ji eşîra El Henadî û şêx Ebid El Îlah El Xemîs ê ji eşîra Cês, şêx Mahir El Hec Mihemed ê ji eşîra El Bosultan û şêx Fewaz El Sekran ên ji eşîra El Ceriyat amade bûn.

Li kêlek wê jî însiyatîfê serdana mêvanxaneya El Axa Xişman Ebû Faroq ê ji şêxên pêkhateya Tirkmen kir. Di pêşwazkirinê de gelek endamên jin û mêr ên ji Komeleya Tirkmen û Komeleya Çeçen ên li Minbicê amade bûn. Her wiha serdana mala Hac Nebo yê ji şêxên eşîra Şêxan a Kurdî hat kirin. Di pêşwazkirinê de kesayetên navdar ji pêkhateya Kurd; Hecî Hemî yê ji rûspiyên eşîra Kîtikan a Kurdî amade bûn.

Munzur li ser serdanên li kantona Minbicê kirine ji ajansa me re wiha got: "Me serdana pêkhateyên Minbicê kir. Di serdanan de em bi şêx û rûspiyên eşîrên Ereb, Tirkmen û kesayetên Çeçen û Kurd re rûniştin. Ew serdan di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi diruşma ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de pêk tên."

Munzur wiha domand: "Pêkhateyan piştgiriya xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman. Berê jî me bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyên cuda li dar xistin."

Munzur diyar kir ku pêkhateyên Minbicê got Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye.

Munzur wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi gelek şêxên Ereb re ên ku di demên cuda de bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, civiyan. Me li ser nuqteyeke li hev kir ku hedefgirtina Rêber Abdullah Ocalan hedefgirtina gel û pêkhateyan e. Dê azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi xwe re îstîqrarê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne."

(fr)

ANHA