ˈEwropa hewl dide hejmara penaberan kêm bikeˈ

Lêkolîner Mihemed Nebîl diyar kir ku Ewropa ji bo ku hejmara penaberan kêm bibe, hewl dide têkiliyên xwe yên li gel hikumeta Şamê normalîze bike.

ˈEwropa hewl dide hejmara penaberan kêm bikeˈ
8 mijdar, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gorî medyaya ewropî, hikumeta Îtalyayê Yekitiya Ewropayê (YE) razî kiriye ku nûnerekî taybet bo Sûriyeyê destnîşan bike. Hate gotin, kesê ji bo nûnertiyê hatiye detnîşankirin xwediyê ezmûna kar û barên Sûriyeyê û balyozê berê yê li Tirkiyeyê û Misirê Christian Berger e.

Hate diyarkirin ku nûnerê siyaseta derve yê YE’yê Josep Borrell, Berger wek nûnerê nû yê YE’yê bo Sûriyeyê destnîşan kir. Her wiha hate gotin biryara YE’yê ya ji bo destnîşankirina Berger piştî zextên Îtalyayê yên li ser yekitiyê hat.

Hate diyarkirin ku hewleke nû ji bo razîkirina serokwezîrê Alman Olaf Schulz heye ku "herêmên ewle" yên Sûriyeyê ji bo vegerandina penaberan nas bike û Berlîn amade ye ku ji bo dosyaya penaberan dan û standinan bi Şamê re bike.

Lêkolînerê pisporê rewşa Rojhilata Navîn Mihemed Nebîl hewldanên Ewropayê ku xwe nêzî Şamê bike, wek "beşek ji hevsengiya herêmî ya normanîzekirina bi Sûriyeyê re" nirxand û got hewldanên erebî û herêmê têne kirin da ku di têkiliyên bi Şamê re ji nû ve hevsengiyek çêbe.

Nebîl diyar kir ku armanca Ewropayê ji vê hewldanê ew e ku ji ber zextên aborî û gefên ewlehiyê hejmara penaberan li ser xaka xwe kêm bike.

Mihemed Nebîl da zanîn ku Ewropa di mijara vegerandina penaberan de hewcedarî tevkariya bi Şamê re û got: “Ewropa ji bo ku ji zextên aborî yên bi sedema zêdebûna hejmara penaberan xilas bibe, dê mecbûr bimîne ku bi lez an dereng lihevkirinan pêk bîne. Bi nêrîna me ev mijar ji bo Ewropayê gelekî girîng e.”

(bb)

ANHA