Ji Şaredariya Helebê peyamên piştgiriyê ji bo şaredariyên Bakur

Xebatkarên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bertek nîşanî desteserkirina 3 şardariyên Bakurê Kurdistanê da û got "Em bi dil û can bi Bakurê Kurdistanê re ne."

Ji Şaredariya Helebê peyamên piştgiriyê ji bo şaredariyên Bakur
8 mijdar, 2024   08:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Desthilata Tirk hevşedarên Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê ji kar dûr xistin û li şûna wan qeyûmên girêdayî AKP`ê erkdar kirin. Gelê Kurd û yê herêmê ev helwesta dewleta Tirk şermezar kir.

Xebatkarê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê Ehmed Bekir bi bîr xist ku hevserokên şaredariyan bi vîna gel hatin hilbijartin, lê dewleta Tirk bi vê siyasetê, li dijî vîna gelan derdikeve.

Bekir anî ziman ku AKP hewl dide li Bakurê Kurdistanê dest deyne ser tevahî qadên jiyanê û got: "Em bi dil û can bi gelên Bakurê Kurdistanê re ne."

Bekir bal kişand ser bêedaletiya AKP’ê jî û wiha domand: “Divê peyva edaletê ji navê partiya Erdoganê faşîst bê rakirin, ji ber ku navê partiyê û kiryarên wê li hev nayên."

ˈREJÎMA TIRK FÊLBAZ Eˈ

Xebatkarê şaredariyê endazyar Hisên Mihemed desthilata li Tirkiyeyê bi "fêlbaz" wesifand û ev li gotinên xwe zêde kir: "AKPˈê ya raya giştî dixapîne û bi îdiayên nerast hevşaredarên bi awayekî rewa hatine hilbijaritn ji erk dûr xist."

Mihemed destnîşan kir ku siyaseta neqebûlkirina aliyê din, pirsgirêka Kurd çareser nake û wiha domand: "Siyaseta şer û aştiyê di heman demê de pêk nayên. Ev bûyerên dawîn, durûtiya tifaqa Erdogan Bahçelî û niyetên wan aşkera kirin."

ˈDEWAMKIRINA DÎKTATORIYÊ LI SER TIRKIYE Û KURDISTANÊ XETERE YEˈ

Xebatkara şaredariyê Bêrîvan Komo jî got: "Siyasetên Erdogan ne nû ne. Çewisandin û înkarkirin her tim bingeha wê bûn. Pratîka vê siyasetê, dûrxistina serokên şaredariyên hilbijartî ji erk û girtina gelek ji wan e. Ew dixwaze azadî û vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê têk bibe."

Bêrîvan da zanîn ku siyasetên dûrxistinê yên li dijî demokrasiyê li ser siberoja gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê xetere ne û got: "Ev yek berdewamiya dîktatoriyê li welêt diparêzin."

(şx/bb)

ANHA