33 hezar û 600 ton pembo hatin wergirtin û fatore tên serfkirin

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta roja çarşemê (6’ê Mijdarê) 33 hezar û 600 ton pembo wergirtin û di heman rojê de dest bi serfkirina fatoreyan kir.

33 hezar û 600 ton pembo hatin wergirtin û fatore tên serfkirin
33 hezar û 600 ton pembo hatin wergirtin û fatore tên serfkirin
33 hezar û 600 ton pembo hatin wergirtin û fatore tên serfkirin
33 hezar û 600 ton pembo hatin wergirtin û fatore tên serfkirin
33 hezar û 600 ton pembo hatin wergirtin û fatore tên serfkirin
33 hezar û 600 ton pembo hatin wergirtin û fatore tên serfkirin
33 hezar û 600 ton pembo hatin wergirtin û fatore tên serfkirin
8 mijdar, 2024   07:40
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1’ê Cotmeha borî de dest bi wergirtina pembo ji cotkarên herêmê kir. Saziyê bi rêya 3 navendên sereke li Hesekê, Reqa û Dêrazorê berhem wergirtin.

Ji bo ku pembo ji rewşên hewayê were parastin her sê navend hatibûn amadekirin, li kêlek wê jî erebeyên agirkujiyê di xizmetî navendan de bûn.

Piştî cotkar belgeyê ji yekîneyên şêwira çandiniyê qut dikin, tevî kopyek ji nasnameyê û wêneyeke takakesî pemboya xwe radestî navendan dikin.

ˋHETA NIHA 33 HEZAR Û 600 TON PEMBO HATIYE WERGIRTINˊ

Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo Mistefa Îbrahîm destnîşan kir ku heta roja çarşemê (6’ê Mijdarê) 33 hezar û 600 ton li her sê navendan hatiye wergirtin.

Îbrahîm da zanîn ku her sê navend rojane nêzî hezar û 400 ton pembo werdigirtin, li navenda Hesekê nêzî 700 ton, ya Reqayê nêzî 500 ton û ya Dêrazorê nêzî 200 ton.

ˋPÊVAJOYA WERGIRTIN Û SERFKIRINA FATORETAN BI RÊK Û PÊK E DERBAS DIBEˊ

Îbrahîm destnîşan kir ku pêvajoya wergirtina pembo û serfkirina fatoreyan ji cotkaran re bi rêk û pêk derbas dibe û got: “Organîzatorê sirê datayan ji cotkarên berhemên xwe radest kirine digire û tomar dike, reqemeke xitimkirî ji bo her kamyonekê dide ji hêla serokê navendê tê dayîn, piştre kamyon diçin ser pîverê, her wiha pisporê qadê ku ew jî mestereyekê ji kîloyek heta 3 kîlo ji pembo digire ku pileya wê diyar bike."

ˋ10 PILEYÊN SINIFANDINÊˊ

Îbrahîm da zanîn ku kalîteya pembo li ser bingeha 10 pileyan tê sinifandin û li gorî pileyê biha tê diyarkirin. Pileya yekê, 600 dolar ji bo tonekê, her wiha pileya dawî jî 550 dolar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bihayê kirîna pembo di rêzecivînên Meclisa Rêveber a Herêmê, Desteya Çandinî û Avdanê, Yekitiya Cotkaran de, hat diyarkirin ku li gorî lêçûna berhemê be.

ˋÊRIŞAN BANDOR LI RADESTKIRINA BERHEMAN KIRˊ

Îbrahîm diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn de, bandoreke mezin li pêvajoya wergirtin û radestkirina pembo hat kirin, bi taybet jî cotkarên zeviyên wan li Dirbêsiyê û Zirganê yên kantona Cizîrê bûn.

Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo Îbrahîm bal kişand ser ku beşek ji pemboya hatiye wergirtin, veguhêzin kargeha takstîlê û mîqdara din jî derxin derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

ˋSERFKIRINA FATOREYANˊ

Saziya Giştî ya Pembo roja sêşemê ragihandibû ku ew ê 6ˋê Mijdarê dest bi serfkirina fatoyên pembo bikin.

Fatore li navendên Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqa, Şîrketa Pêşxistina Civaka çandiniyê ya kantona Dêrazorê, Navenda Giştî ya Darayî ya Şîrketê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Hesekê, tên serfkirin.

(mh/fr)

ANHA