ˊEm bi hêvî ne Festîvala Mîtan a bê li Efrînê beˊ

Ji 10'ê Çileyê ve Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şanoyê bi diruşma ˊVeger nêz e, bi hêvî neˊ bi pêşkêşkirina şanoyan li navçeya Ehdasê ya Şehbayê li dar ketibû û îro bi dawî bû.

18 ÇILE, 2024   19:24
ŞEHBA

Li Şehbayê Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şanoyê bi diruşma ˊVeger nêz e, bi hêvî neˊ bi beşdariya kesayetên ji Kerkûk, Hesekê, Reqa, Heleb û Efrînê bi pêşkêşkirina şanoyan hat lidarxistin.

Îro jî di roja dawî ya festivalê de şanoya bi navê 'Sazkirina li ser xeltikên bendewariyê' ji hêla koma Navenda Çand û Hunerê ya Reqa bi 4 şanogeran li ser dîka Mîtan a Şehbayê hate pêşkêşkirin.

Ev şano ji hêla Agar Hemdî ve hetiye nivisandin û ji hêla Abdulqadir Ebûd ve jî hatiye derhênerkirin.

Ev şano balê dikişîne ser çi dibe, bila bibe ji welat dernekeve.

Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şano bi şahiyekê hate bidawîkirin. Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê axivî.

Ferhan destnîşan kir ku bi keda vî gelî ev festîval bi ser ket û wiha anî ziman: " Şoreşa huner şoreşa herî mezin a jiyanê ye. Em jî şanogerên xwe silav dikin, ji ber ku ji her herêmekê derbasî qada berxwedanê bûn. Vîna gel û şanogeran bi dorpêçê nayê çewisandin. Bi hêviya ku festîvala bê li Efrîna rengîn be."

Her wiha li ser navê komîteya amedekar a festîvalê Şêrîn Reşîd jî diyar kir ku ruxmî dorpêç û êrîşan şanogeran bi vîneke xurt şanoyên xwe pêşkêş kirin. Şanoyên wan jî li ser berxwedana gel bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî nameyek da û di nameyê de festival li tevahî gelan hate pîrozkirin û hate gotin bi hêviya fistîvala bê li Efrînê be.

Di dawiyê de hemû komên beşdar hatin xelatkirin.

Di dawiyê de Koma Çiyayê Kurmênc a staran û govendê hunerên xwe pêşkêşkirin.

ANHA