Zelensky: Rûsya di cejna Paskalyayê de êriş zêdetir kiriye

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky  got, Rûsya di cejna Paskalyayê de êrişên xwe zêde kiriye. Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrişan de 5 kes hatin kuştin.

Zelensky: Rûsya di cejna Paskalyayê de êriş zêdetir kiriye
4 nîsan, 2026   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê duh (3 Nîsan 2026) ragihandin ku Rûsyayê di nava rojê de êrişên dijwar û berfireh pêk anî, di encamê de bi kêmanî 2 kes hatin kuştin.

Waliyên herêmên Zhytomyr û Kyiv bi rêya Telegramê ragihand ku dronan li deverên sivîlan xistine û li her herêmê kesek kuştine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky der barê êrişan de daxuyaniyek li ser X'ê parve kir û got: " Di demekê de ku divê di cejna Paskalyayê de şer veguhere aramiyê, Rûsyayê  êrişên xwe dijwartir kiriye. Şêwazê êrişên xwe jî guhertiye ku li şûna şevê di nava rojê de êrişên dijwar pêk tîne da ku parastina hewayî ya Ukraynayê bişkîne."

Waliyê herêma Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê, Vadym Vylashkin jî ragihand ku ji ber êrişeke hewayî li ser Kramatorskê ku wekî "kembera parastinê" ya Ukraynayê tê zanîn, 3 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Beriya çend rojan Zelensky pêşnihyar kiribû ku bi boneya cejna Paskalyayê agirbest were ragihandin, lê Rûsyayê ev pêşniyar red kir.

Serokwezîra Ukraynayê Yulia Sverdenko diyar kir ku êrişên di nava rojê de armanc dikin ku hejmara qurbaniyên sivîl zêde bikin, jiyana rojane têk bibin û tirsê belav bikin.

Hêzên Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku ji êvara Pêncşemê û vir ve ji 542 doronan 515 dron û ji 37 mûşekan 26 mûşekên ku hatine avêtin xistine xwarê.

Waliyê herêma Xarkîvê ya li bakurê rojhilatê welêt, Oleg Senyukhov got, di êrişên 24 saetên dawîn de 2 kes hatine kuştin û zêdetirî 20 kesên din birîndar bûne. Şaredarê bajêr, Ihor Terekov jî êriş wekî "yên herî dijwar ji destpêka salê ve" bi nav kir.

Rayedarê herêma Zaporizhzhia yê ku ji hêla Rûsyayê ve hatiye tayînkirin, Yevgeny Beletsky, ragihand ku êrişek Ukraynayê li deverên di bin kontrola Moskowê de bûye sedema qutbûna elektrîkê û got, tîmên awarte ji bo sererastkirina zirarê dixebitin.

Zaporizhzhia yek ji 4 herêmên Ukraynayê ye ku Rûsyayê di sala 2022'an de kontrol kiriye.

(bb)