Di navbera hêzên hikumetê û hêzên Siwêdayê de şer derket

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi dronekê derdora girtîgeha sivîl a bakurê Siwêdayê bombebaran kir. Li eniya Til Hedîd jî şer derket.

Di navbera hêzên hikumetê û hêzên Siwêdayê de şer derket
4 nîsan, 2026   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Derengiya şevê dronek biçek a hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê derdora girtîgeha sivîl a bakurê bajarê Siwêdayê kir hedef. Hate diyarkirin ku dron ji baregeha hêzên hikumetê ya li gundê Mensûra yê gundewarê bakurê rojava rabibû.

Li gorî agahiyan, li bajarokê Til Hedîd ê bakurê rojavayê Siwêdayê jî şerekî giran di navbera Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de qewimî.

Der barê encamên şer de agahî nehatin bidestxistin.

Ji derengî şevê ve bêdengiyeke bi hişyarî serwer e.

(bb)