Îsraîlê bi dijwarî li başûrê Lubnanê da

Balafirên şer ên Îsraîlê 6 caran li taxên başûrê Beytûrê xistin û êrişî deverên başûrê Lubnanê kirin. Di êrişa li Bîqayê de 2 pir rûxiyan, birîndar çêbûn û şewat dreket. Hizbullahê jî çend deverên Îsraîlê topbaran kirin.

Îsraîlê bi dijwarî li başûrê Lubnanê da
4 nîsan, 2026   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê berbanga îro 6 caran êrişî taxên başûrê Beyrûtê kirin. Di êrişan de stasyoneke sotemeniyê û derdora rêya Seyîd Hadî Nesrallah bûn hedef.

Hate zanîn ku balafirên şer du pirên li ser çemê Lîtanî ku bajarokên Sehmer û Meşxera yên herêma Bîqayê ya rojava dighînin hev rûxandin.

Li gorî agahiyan, artêşa Îsrîalê agahî da aliyên peywendîdar ku neçin cihê pirê da ku nebin hedef.

Her wiha artêşa Îsraîlê bi balafir û obîsan êrişî gelek deverên başûrê Lubnanê wekî bajarokê Serîfa, Kewnîn, derdora Harîs, derdora Mareke û Burca Bakurê kirin. Li bendera Siwerê jî bi dronan mûşkek keştiyek kir hedef.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişa li derdora bajarokê Marekeyê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê ket devera ji bajarokê Şeba heya Kaniya Eyn El Coz bû û welatiyek revand.

Li beramberî wê, Hizbullahê ragihand ku wê li bajarokê Hewlayê bi mûşekekê li tanka 'Merkava'  ya Îsraîlê xist û tank şewitand.

Hizbullahê diyar kir ku wê li hin deverên sînorî wekî Marûn Ras û Eynatayê êriş bire ser kombûnên leşkerî yên Îsraîlê û ragihand ku bi yekîneyeke Îsraîlê re kete nava şer û derbe li wan xistin.

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê da zanîn ku mûşek ji başûrê Lubnanê ber bi Nehyara, Heyva, Celîla Jorîn û Celîla Jêrîn ve hatin avêtin. Hate gotin, hin mûşek hatin xistin û hin li avahiyên şêniyan ketin û zerar çêbûn.

Hate ragihand ku li bejarokê Metlayê dronek di hunerê malekê de teqiya û zerarên mezin ên madî çêbûn.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 2'yê Adarê ve hezar û 368 kes hatine kuştin, 4 hezar û 138 birîndar bûne. Her wiha zêdetirî mîlyon kes ji cih û warê xwe bûn.

(bb)