Zehmetiyên veguherîna Sûriyeyê û naskirina Filistînê rojevên medyaya erebî ne

Medyaya erebî nivîsî ku Sûriye piştî hilweşîna rejîma Baasê di pêvajoyeke veguhêz a hesas re derbas dibe û zehmetiyên avakirina dewleteke dûrî bandora îdeolojîk dikişîne. Her wiha hate diyarkirin ku hewldanên Ewropayê ji bo naskirina dewleta Filistînê gavên sembolîk in.

Zehmetiyên veguherîna Sûriyeyê û naskirina Filistînê rojevên medyaya erebî ne
16 tebax, 2025   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî der barê geşedanên li Sûriyeyê û mijara naskirina dewleta Filistînê de nivîsî.

‘ZEHMETIYÊN VEGUHERÎNA SÛRIYEYÊ: JI MÎRNIŞÎNÊ BER BI DEWLETÊ VE’

Rojnameya Independent a erebî diyar kir ku Sûriye bi destpêkirina qonaxa veguhêz re niha ezmûneke jiyanî derbas dike, tirs heye ku "rejîma totalîter a berê bi rejîmeke tundrawtir were veguhertin".

Rojnameyê da zanîn "Serkeftina qonaxa veguhêz girêdayî hêz û karîna rêveberiya nû, bi serokatiya Ehmed El Şari ku 'li şûna tirsa hilweşînê, hêza pêkanîna destkeftiyan nîşan bide." Li gorî rojnameyê divê dewletek hevbeş a cihêrengiya Sûriyeyê temsîl bike were avakirin, “ne dewleteke ku ramanên îdeolojîk bi hêz dike".

Rojnameyê nivîsî ku arîşeya herî berbiçav ew e ku divê “rihê şoreşê vegere û xebata ji bo avakirina saziyên dewletê" were kirin. Her wiha nivîsî: "Hêza serdest divê mentiqa dewletê qebûl bike, ne mentiqa şer, ji ber ku her desthilatdariyek li ser tundrawiya îdeolojîk ava bibe dê deriyê şerekî navxweyî veke.”

‘PÊŞBAZIYA DI NAVBERA NASKIRINA FILISTÎNÊ Û ÇARESERIYA DU DEWLETAN DE’

Kovara Al Macala nivîsî ku Fransa û Brîtanya ji bo naskirina dewleta Filistînê tev digerin, lê gav wek sembolîk tên dîtin, bi taybet ji ber ku şertên ku Londonê ji bo Îsraîlê danîne, hema hema ne mimkun e ku werin pêkanîn.

Her wiha li Xezayê rewşa birçîbûnê dewam dike, ku ev yek dê projeya çareseriya du dewletan têk bibe.

Kovarê da zanîn ku tevî girîngiya sembolîk a naskirina dewleta Filistînê, lê bandora wê li ser erdê sînordar dimîne, ji ber ku berê jî 147 welatan Filistîn nas kirirbû lê vî tiştî bandor li Îsraîlê nekir ku siyaseta xwe biguherîne. Kovarê nivîsî ku nebûna tedbîrên cezayî yên hişk, wek rawestandina firotina çekan an jî ferzkirina cezayên aborî, dê mijara naskirina Filistînê nebe amûreke bibandor ji bo guhertinê, lê dê bimîne tiştekî sembolîk".

(k)