Li Siwêdayê pevçûn derket

Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan agirbesta li Siwêdayê binpê kir û di navbera wan û şervanên xwecih de pevçûnên kurt derketin.

Li Siwêdayê pevçûn derket
16 tebax, 2025   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan ên ku li gundê Qerasyê bi cih bûne, şeva derbasbûyî gundê Necranê yê Siwêdayê gulebaran kir.

Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan ji eniya Mezrayê jî gul li gundên Mecdel û Welgayê jî barandin.

Li gundewarên Siwêdayê her roj agirbest ji hêla hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan ve tê binpêkirin.

Çavkaniyên xwecih ragihand ku ji gundên Dama, Cedal û El Şeyah gule ber bi zeviyên bajarokê Arîqa hatin avêtin. Li herêmê pevçûnên kurt derketin.

(k)