Zêdetirî milyonek dolar zirar bi stasyona Kehrebê ya Curniyê bûye 

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyona kehrebê ya Curniyê nêzî milyonek û nîv milyon dolar zirar bûye. Deste hewl dide bi awayekî awarte ji bo dabînkirina ava vexwarinê kehrebê ji xelkê bajêr re peyda bike.

Zêdetirî milyonek dolar zirar bi stasyona Kehrebê ya Curniyê bûye 
Zêdetirî milyonek dolar zirar bi stasyona Kehrebê ya Curniyê bûye 
Zêdetirî milyonek dolar zirar bi stasyona Kehrebê ya Curniyê bûye 
Zêdetirî milyonek dolar zirar bi stasyona Kehrebê ya Curniyê bûye 
Zêdetirî milyonek dolar zirar bi stasyona Kehrebê ya Curniyê bûye 
Zêdetirî milyonek dolar zirar bi stasyona Kehrebê ya Curniyê bûye 
Zêdetirî milyonek dolar zirar bi stasyona Kehrebê ya Curniyê bûye 
8 ÇILE, 2025   07:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Di 3 û 4’ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên bêmirov li dijî bajarê Curniyê yê gundewarê kantona Tebqayê êriş pêk anîn. Di encamê de zirarekî mezin gihîşt sermiyanê şêniyan û saziyên xizmetguzariyê

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê Macid El Ebdo ji ajansa me re diyar kir ku di encama êrişan de avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Huriye, stasyona sereke ya kehrebeyê ya bajarê Curniyê hatin wêrankirin. Ji ber wê jî ava vexwarinê ji ser bajêr û gundên wî qut bû û zirar gihîşt torên kehrebetê û wesayîtên xizmetguzariyê yên bajêr.

Li gorî El Ebdo, zirarekî wiha gihîştiye stasyona kehrebeyê ya Curniyê: 66/20 K.V ji xizmetê derket. Amadekariyên qada veguhastinê jî bi temamî ji xizmetê derketin. Tabloyên kontrolê bi temamî ji xizmetê derketin û ji sedî 60 ji avahiya stasyonê hat wêrankirin.

El Ebdo diyar kir ku zirarek bi nêzî mîlyonek û nîv milyon dolar gihîştiye stasyonê û got: “Desteyê bi awayekî awarte dest bi xebatên peydakirina kehrebe û avê ji şêniyên bajêr re kir. Ew jî bi rêya xeta Caiber, Mehmûdlî û gundê Huriye ye."

(mh/fr)

ANHA