Dema lidarxistina "konferansa diyaloga nîştimanî" li Sûriyeyê nehat diyarkirin

Wezîrê Derve yê Rêveberiya HTŞˋê ragihand ku wan biryar daye ku hinek lidarxistina konferansa diyaloga nîştimanî dereng bixin.

Dema lidarxistina "konferansa diyaloga nîştimanî" li Sûriyeyê nehat diyarkirin
7 ÇILE, 2025   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Esed El Şîbanî îro ragihand ku ew li ser "avakirina komîteyeke amadekar a berfireh ku nûnertiya beşên curbicur ên gel bike, ji bo amadekirina konferansa diyaloga nîştimanî" dixebitin.

Ev îlankirin, di civîneke çapemeniyê de li Umanê bi wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El Sefedî re hate kirin.

Der barê bersivdana dema "Diyaloga nîştimanî" ku berê hatibû teqezkirin wê li dar bikeve de, El Şîbanî got, "Me hinekî lidarxistina konferansê ku gengaz bû di 1ˋê Çileyê de bihata lidarxistin, dereng xist."

El Şîbanî anî ziman û got, "Me dît ku em komîteyeke amadekar a berfireh ava bikin ku tê de endamên mêr û jin hebin û bikaribin nûnertiya giştî ya gelê Sûriyeyê bikin û divê nûner ji tevahî beşên civakê û parêzgehên Sûriyeyê hebin."

El Şîbanî di dewama axaftina xwe de anî ziman: "Em li Sûriyeyê welatekî pirreng in, yan em ê li wê pirrengiyê weke firsetek û jêdera hêzê binêrin, yan jî em ê weke pirsgirêkekê lê binêrin. Ger me weke firset lê nêrî em dikarin ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê sûdê ji tevan wergirin."

El Şîbanî wiha li gotina xwe zêde kir: "Em li Sûriyeyê dinêrin ku bi tevahî welatî, mezheb û pirrengiya xwe Sûriyeyeke yekgirtî ye. Ger vê rêyê neşopînin em bi ser nakevin."

El Şîbanî dîroka avakirina komîteyê yan jî dema lidarxistina wê diyar nekir û got: "Em dixwazin ev konferans vîna gelê Sûriyeyê temsîl bike û em weke kevirê bingehîn di Sûriyeya pêşerojê de wesif dikin."

(fr)