‘Em dayik em ê çekê rakin û piştgiriya şervanên xwe bikin’

Dayikên li Kobanê ku ji bo şervanan xwarinê amade dikin, diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya şervanên xwe bikin.

8 ÇILE, 2025   04:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniyên şer ên kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke lehengî dimeşînin. Di heman demê de hemû beşên civakê jî ji bo piştgiriya şervanan ketine nava seferberiyê. 

Dayikên li Kobanê li gorî derfetên xwe ji bo şervanên li eniyên şer xwarinê amade dikin. Dayik ji ajansa me re axivîn û hestên xwe anîn ziman.

`HETA DAWIYÊ EM Ê PIŞTGIRIYA ŞERVANÊN XWE BIKIN`

Seîde Mehmûd diyar kir ku ew ê her tim piştgiriya şervanên xwe bikin û wiha axaftina dewam kir: “Em hatine vê derê ji bo em xwarinê ji bo şervanên xwe yên di eniya pêş de amade bikin. Hîna çi ji me were xwestin em ê bikin, hegere ku şer jî ji me were xwestin em ê bikin. Dewleta Tirk a dagirker gefan li me bixwe, lê bi me dayikan mabe em ê li ber xwe bidin heta dilopek xwîn di canê me de hebe heta dawiyê em ê piştgiriya şervanên xwe bikin.”

`ŞERVANÊN ME LI HEMBER ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDIN`

Dayika bi navê Temra Nasan destnîşan kir ku ji bo şervanên QSD û YPJ`ê çi ji wan were xwestin ew ê bikin û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî me dikin, lê şervanên me jî li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin û têkoşîn dikin. Şervanên me wê her tim li hemberî dagirkeriyê bibin bend, em ê jî ji şervanên xwe re bibin pişt. Ji bo ku em piştgiriya şervanên QSD û YPJ`ê bikin, çi ji me were xwestin em ê bikin.”

`HETA DILOPEK XWÎN DI CANÊ ME DE HEBE EM Ê LI PIŞTA ŞERVANÊN XWE BIN`

Emîra Hito ya ji gundê Termik ê başûrê Kobanê diyar kir ku ew ê her tim piştgiriya hêza xwe bikin û got: “Me îro ji bo ku em piştgirya şer anên xwe bikin, em malbata Mişo ya ji gundê Termik me xwest ku ji şervanên xwe yên di eniya pêş de, xwarinê çêbikin. Em ê her tim li pişta şervanên xwe bin.”

Emîrayê da zanîn ku heta nefesa xwe ya dawiyê ew ê piştgiriya şervanên xwe bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê her tim li ber xwe bidin û piştgiriya şervanên xwe bikin û heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pişta şervanên xwe bin.”

(k)

ANHA