Li Okyanûsa Pasîfîkê 2 kes di êrişa Amerîkayê de hatin kuştin

Artêşa Amerîkayê ragihand ku di êrişa li dijî keştiyeke qaçaxçîtiya hişbirê ya li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê(Hadî) de 2 kes hatin kuştin.

Li Okyanûsa Pasîfîkê 2 kes di êrişa Amerîkayê de hatin kuştin
24 tebax, 2026   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê ragihand ku 2 kes di êrişekê de ku duh li ser keştiyek ku guman tê kirin a bazirganiya hişbirê ye, li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê hatine kuştin.

Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) di postekê de li ser platforma X’ê got ku keştî li ser rêyên bazirganiya hişbirê yên naskirî dixebitî û destnîşan kir ku li gorî agahiyên îstîxbaratî hat teqezkirin ku li ser keştiyê hişbirê hebû.

(f)