Zarokên li Xeza hatine qetilkirin ji yên cîhanê zêdetir in

Hejmara zarokên ku di şerê Îsraîl-Hemasê de hatine qetilkirin, ji zarokên ku di 3 salên dawî de li cîhanê hatine kuştin zêdetir e.

Zarokên li Xeza hatine qetilkirin ji yên cîhanê zêdetir in
30 cotmeh, 2023   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina “Zarokan Rizgar Bikin” li gorî daneyên wezaretên tenduristiyê yên Xeza û Îsraîlê, eşkere kir ku ji 7′ê Cotmehê ve zêdetirî 3 hezar û 257 zarok (3 hezar û 195 zarok li Xezayê, 33 zarok li Difa El Xerbiyê, 29 zarok li Îsraîlê) hatine qetilkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji destpêka operasyona Hemasê ve tenê li Xezayê zêdetirî 3 hezar zarok hatine qetilkirin, nêzî hezar zarokên din jî winda ne.

Rêxistina “Zarokan Rizgar Bikin” a hiqûqî daxuyand ku hejmara zarokên di 3 hefteyan de li Xezayê hatine qetilkirin, hejmara zarokên ku di 3 salên dawîn de (ji sala 2019`an ve) li zêdetirî 20 welatên cîhanê di şerên çekdarî de hatine kuştin derbas kiriye.

Gerînendeyê herêmî yê rêxistinê li Filistînê Jason Lee got: “Hejmar bi tirs e, nexasim tundî li Xezayê dewam dike û zêde dibe. Hê jî gelek zarok bi xeteriyê re rû bi rû ne.”

Li gorî rapora salane ya Sekreterê Giştî yê NY′yê ya têkildarî zarokan û şerê çekdarî, li 24 dewletên cîhanê sala 2019′an 4 hezar û 19, sala 2020′an 2 hezar û 674, sala 2021′an 2 hezar û 515, sala 2022`yan jî 2 hezar û 985 zarok di şer de hatine kuştin.

Rêxistinê daxuyand ku herî kêm li Xezayê 6 hezar û 360 zarok, li Difa Xerbiye 180 zarok, li Îsraîlê jî 74 zarok birîndar bûne, her wiha gelek zarok li Xezayê ji aliyê Hemasê ve hatine revadnin.

(fr/c)