Çalakiyên gerîla: Dronek hat îmhakirin, derb li 7 çeperan hat xistin

HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî de dronek û 2 kon hatin îmhakirin û derb li 7 çeperan hate xistin.

Çalakiyên gerîla: Dronek hat îmhakirin, derb li 7 çeperan hat xistin
30 cotmeh, 2023   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî mijarê bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

28'ê Cotmehê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

28'ê Cotmehê saet di 06:30, 12:00 û 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 3 çeperan hate xistin.

29'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li hewayê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

29'ê Cotmehê saet di 21:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 12 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 kon hatin îmhakirin, derb li 3 çeperan hate xistin.

28'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

28'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebarkirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Cotmehê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

28'ê Cotmehê li herêma Garê qadên Kanîsarkê û Deşta Kafya 2 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Bazê carekê bi giştî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28 û 29'ê Cotmehê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Avaşîn, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."