YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî ajans û dezgehên ragihandinê ku ajansa me jî di nav de ye, xelat kirin.

YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin
YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin
YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin
YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin
YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin
YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin
YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin
YRA`yê saziyên ragihandinê xelat kirin
22 nîsan, 2025   15:49
QAMIŞLO

Bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî, YRA`ê li Navenda Mehemd Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist û Xelatên Kedê yên Şehîd Mezlûm Bagok belav kirin. 

Gelek rojnamevan, endamên dezgehên ragihandinê yên xwecih û navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, kurtefîlmek der barê dîroka rojnamegeriya kurdî de hat pêşkêşkirin û piştre helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî axivî û got: "Em minetdar û deyndarên şehîdên ragihandina azad in û soza şopandina rêya wan didin.”

Dilyar Cizîrî her wiha got: Medyaya kurdî xwedî mîrateyeke dewlemend e û pêşketina wê ne hêsan bû, rojnamegerên jin û mêr di vê pêvajoyê de roleke bingehîn lîst û îro jî erka wan e ku vê rola xwe berfireh bikin.”

Berdevka Yekitiya Ragihandina Jin Arîn Siwêd jî diyar kir ku qada medyaya kurdî ne tenê qada mêran bû, lê di nava refên vê têkoşînê de dengê jinên wêrek derket holê. Wan jinan astengiyên civakî û siyasî şikandin û îspat kir ku jinên Kurd di avakirina çapemeniya azad û serbixwe de xwedî roleke bingehîn in.

Arînê her wiha got: "Ji destpêkê ve jinên Kurd ne tenê beşdar bûn, lê her wiha çalak bûn, bi zanebûn û wêrek pirsgirêkên civaka xwe anîn ziman û nirx û nasnameya jinan parastin. "

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm jî diyar kir ku Bedirxaniyan mîrateyek ji rojnamegeriya kurdî re hiştiye û Mazlûm Dogan ev meşale ji nû ve geş kiriye.

Mela Îbrahîm diyar kir ku yekemîn rojname li derveyî Kurdistanê derketiye. Ev yek nîşan dide ka çi qas zilm li gelê Kurd hatiye kirin. Rojnamegeriya kurdî bûye dengê berxwedan û têkoşînê û ev ked û têkoşîna rojnamegeran tu carî nayê jibîrkirin.

Piştî axaftinan YRA`yê ji bo keda wan a di qada rojnamegeriyê de xelatên rêzgirtinê diyarî Ronahî TV, rojnameya Ronahî, Rojava TV, Kanala El Yeûm, Ajansa North Press, Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Şîrketa Nefel a Belavkirina Medyayê kirin.

Koma Serdem jî di çalakiyê de çend stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyê de malbata nûçegihanê ajansa me şehîd Îsam Ebdullah û malbata şehîd Mezlûm Bagok, Xelatên Kedê tên Şehîd Mezlûm Bagok pêşkêşî dezgehên ragihandinê kirin.

Dezgeh û kesên ku xelat wergirtine ev in; ajansa me Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), JIN TV, rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bûn.

(k)

ANHA