YNK û PDK’ê namzetên xwe yên serokkomariyê diyar kirin

Berdevkê YNK’ê Karwan Gezneyî ragihand ku namzetê partiya wan ê ji bo serokkomariya Iraqê Nizar Amêdî ye. PDK’ê jî ragihand ku wezîrê karên derve yê niha yê Iraq Fuad Husên wek namzet diyar kiriye.

YNK û PDK’ê namzetên xwe yên serokkomariyê diyar kirin
5 ÇILE, 2026   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Mekteba Siyasî ya YNK’ê ji bo diyarkirina namzetê serokkomariyê civînek li Silêmaniyê li dar xist. Piştî civînê, berdevkê fermî yê YNK’ê Karwan Gezneyî ragihand ku namzetê YNK’ê yê serokkomariyê Nizar Amêdî ye.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî li ser namzetê partiya xwe yê ji bo serokkomariya Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Şaxewan Ebdullah ragihand ku wezîrê karên derve yê niha yê Iraqê Fuad Husên ji bo namzetê PDK’ê yê ji bo serokkomariya Iraqê destnîşan kiriye.

Îro roja dawîn a diyarkirina namzetên serokkomariya Iraqê ye. Li gor kevneşopa siyasî peywira serokkomariyê para Kurdan e û di nava wan de jî para YNK’ê ye.