Meclisa Bajarê Hesekê di civîna salane de biryar dan

Di civîna salane ya Meclisa Bajarê Hesekê de ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê û aktîfkirina rola komînan biryar hatin dayîn.

5 ÇILE, 2026   15:54
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li Xwaringeha Marbela ya taxa Til Hecer li dar xist. Endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, meclis û komînên bajarê Hesekê û bajarokên girêdayî wê, nûnerên Kongra Star, hêzên leşkerî, nûnerên kampên Waşûkanî û Serêkaniyê beşdarî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina destpêkê bi zimanê kurdî ji aliyê cîgirê hevserokên meclisê Beşar Ehmed ve û bi zimanê erebî ji aliyê cigîra hevserokên meclisê Xatûn Îsa ve hat kirin. Cîgiran bixêrhatina beşdaran kir û bernameya civînê û armancên wê vegotin.

Piştre hevserokê meclisê Farûq Tozo rapora rewşa siyasî û rêxistinê ya meclisê xwend.

Di raporê de der barê rewşa siyasî de got Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîbû li hemberî pirsgirêkan bisekine. Her wiha anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina aştiya navxweyî û pêşxistina ezmûna Rêveberiya Xweser berdêlên mezin dan.

Der barê rewşa rêxistinî de jî îşaret bi xebatên ku meclisê di nava salekê de pêk anîne, hat kirin. Ji wan xebatan; pêkanîna geran li ser dikan û xwaringehan, dayîna semînerên bi mijarên tenduristiyê li komînan.

Li gorî raporê hejmara bajarokên girêdayî meclisa bajar 8 û kampên Waşûkanî û Serêkaniyê jî girêdayî meclisê ne.

Di raporê de hate diyarkirin ku li bajarê Hesekê 130 komîn hatine, li bajarokan jî 159 komîn hene û bajar dabeşî 11 taxan hatiye kirin û her taxeke xwedî meclisek e. Hate destnîşankirin ku  serjimariya komînan hat amadekirin û radestî komîteya sotemeniyê hat kirin.

Li gorî raporê, meclisê 9 komîte ji bo şopandina kar û barên komînan ava kirine da ku xebatên rêxistinî û xizmetguzarî bi pêş bixin.

Der barê xebatên sala 2025’an ên meclisê de sînevîznoyek hat pêşandan. Beşdaran jî der barê pirsgirêkên xizmetguzariyê de nêrînên xwe anîn ziman.

Di dawiya civînê de ev biryar hatin dayîn: saziyên tenduristiyê her roja şemiyê semîneran li komînan bidin, ronîkirina kolanan were başkirin, naverê werin sererastkirin, kamereyên çavdêriyê li nuqteyên hesas werin danîn, tevkarî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê re were pêşxistin.

Di biryaran de îşaret bi pirsgirêka ava vexwarinê jî hat kirin û hate diyarkirin ku divê çapemenî hîn bêtir eleqeyê bide vê pirsgirêkê û bi rêya rêxistinên mirovî zext li civaka navneteweyî were kirin. Her wiha hate gotin, dê piştgiriya komînan dewam bike û li gorî Hevpeymana Civakî were pêşxistin. Îşaret pê hat kirin ku di aliyê xizmetguzariyê de hevsengî di navbera gund û bajar de bê çêkirin.

Ji biryarên hatine dayîn; civîn bi şaredarî û komîteya diravî re were lidarxistin da ku bac ji nû ve werin nirxandin, di çareya yekemîn a îsal de konferansek li ser asta bajarê Hesekê were lidarxistin.

Di dawiya civînê de hejmarek saziyên sivîl, leşkerî û çapemeniyê yên li bajar hatin xelatkirin.

(b)

ANHA