Li eniyên rojavayê Siwêdayê pevçûn

Di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li rojavayê Siwêdayê de pevçûn derket.

Li eniyên rojavayê Siwêdayê pevçûn
5 ÇILE, 2026   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li gundên Mecdel û Mezrea yên gundewarê rojavayê Siwêdayê di navbera hêzên hikumeta veguhêz û Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê de pevçûn derketin. Di pevçûnan de hêzên hikumetê hawan avêtin taxên niştecihan û doçka bi kar anîn. Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bersiv da jêdera êrişan. 

SOHRˊê tu agahiyên der barê windahiyên her du aliyan de parve nekirin.

Ev yek, li gel berdewama binpêkirinên agirbestê ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve pêk tê.

(fr)