Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya 8’ê Adarê li Kobanê meşek li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist
4 adar, 2024   16:17
KOBANÊ

Bi boneya 8`ê Adarê bi dehan jinên ciwan bi cil û bergên kurdî daketin qadan û meşek li dar xist. 

Meşê ji Qada Şehîd Egîd heta Qada Jina Azad dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Li Qada Jina Azad berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şahîn wiha axivî: “Em vê rojê li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên ku ji bo azadiyê li çiyayên azad tê dikoşin, pîroz dikin. Her xwestine mafên jinan tune bikin, lê em ê her û her rêya azadiyê li hemberî her tundî, destdirêjî û qirkirinê bigirin. Em gihaştin vê astê jî û ew bi saya Rêber Apo û jinê pêşeng in."

Di dawiya de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

(sş)

ANHA