Şêniyên Helebê îmzeya xwe didin

Li Helebê li 3 cihan îmze ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tên komirin. Tevlêbûna şêniyan di hemleyê de balkêş e.

Şêniyên Helebê îmzeya xwe didin
Şêniyên Helebê îmzeya xwe didin
Şêniyên Helebê îmzeya xwe didin
Şêniyên Helebê îmzeya xwe didin
Şêniyên Helebê îmzeya xwe didin
Şêniyên Helebê îmzeya xwe didin
Şêniyên Helebê îmzeya xwe didin
4 adar, 2024   15:53
HELEB
MIHEMED EBDO

Xebatên komkirina îmzeyan li Helebê 10`ê Sibatê dest pê kirin. Komîteyên pispor di nava sûkan de û bi rêya derdana mala, îmzeyan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê kom dikin.

Îro li cihên giştî, 3 nuqte diyar kirin ji bo ku şênî îmzeya xwe bidin. Nuqteya yekê li kolana Şehîd Çekdar (taxa Eşrefiye li nêzî parka Efrîn), nuqteya din li kolana Şehîd Gelhat (rojhilatê taxa Şêxmeqsûd-herêma Cibênat e) û ya sêyemîn jî li kolana Şehîd Rûbar Qamişlo (rojavayê taxa Şêxmeqsûd-kolana 15).

Di şopandina xebatên komkirina îmzeyan de diyar bû ku şêniyên Helebê yên ji taxên cuda îmzeya xwe didin.

Endamê rêveberiya Meclisa Şehîd Cengîz ku endamekî komîteya komkirina îmzeyan e, Mistefa Hemo got: "Em hewl didin ku hejmara herî zêde ji îmzeyan kom bikin û rê li pêşiya her kesî vekin ji bo ku îmzeya xwe bidin. Ji ber wê me 3 nuqte diyar kirin."

Hemo destnîşan kir ku şênî û pêkhateyên ji taxên cuda yên Helebê îmzeya xwe didin.

Xebatên komkirina îmzeyan wê heta 4`ê Nîsanê berdewam bike û hejmara hatiye komkirin, dê ji aliyên têkildar re bên şandin.

(şx)

ANHA