Yekîneya Avê ya Curniyeyê rewşa awarte ragihand

Yekîneya Avê ya bajarê Curniyeyê yê rojavayê kantona Tebqayê ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê rewşa awarte ragihand. Yekîneyê hişyarî ji bo rûdana kareseteke mirovî da, ku gefê li jiyana 60 hezar kesî dixwe.

Yekîneya Avê ya Curniyeyê rewşa awarte ragihand
19 hezîran, 2025   18:59
TEBQA

Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniyek xwe ya berê de hişyarî ji rûdana kareseteke mirovî, ya ji ber kêmbûna rêjeya ava Gola Firatê dabû. Îro jî Yekîneya Avê ya bajarê Curniyeyê yê rojavayê kantona Tebqayê ji ber hişkbûna bîrên avê yên ku avê didin bajêr û gundên wî, rewşa awarte ragihand. Di encama hişkbûna bîran de tûrbînên stûnî rawestiyan û krîza avê kûrtir bû.

Ji Nîsanê ve rêjeya avê ya Gola Firatê heta astên metirsîdar kêm bûye. Ji bo çareserkirina vê yekê jî Yekîneya Avê ya Tebqayê di nava hewldanan de ye.

Ev krîz gefan li jiyana zêdetirî 60 hezar welatiyên bajarê Curniyê û gundewarê wî dixwaz.

Di çarçoveya girtina tedbîran de, Yekîneya Avê ya bajêr plan kir ku 3 tûrbînên asoyî siwar bike. Heta niha yek hatiye siwarkirin û 2 mane. Çaverê ye di rojên bê de bên siwarkirin.

Şiyana her pompeyekê 185 hesp e, û weke çareseriyeke demkî ya peydakirina pêdiviyên şêniyan e, heta ku bîr wek berê vedigerin.

Ji zêdetirî 25 salan ve, ev cara yekemîn e ku bîrên li Curniyê hatine kolandin, hişk dibin. Ev yek guhertinên avhewayê û ziwabûna jêderên avî li herêmê nîşan dide.

Di 1'ê vê Hezîranê de Yekîneya Avê ya Tebqayê ragihand ku stasyona avê ya Ayid û bîrên wê bi temamî rawestiyane, di encamê de jî av ji ser bi dehan gund qut bû.

(mh/fr)

ANHA