Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê li hev kir
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Enerjiyê ay hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji bo xurtkirina beşa enerjiyê, parastina Bendava Firatê û dabînkirina pêdiviyên herêmê, li hev kir.

Ji bo berdewamkirina peyman û lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, îro civînek di navbera Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hat lidarxistin.
Civîn li bajarê Helebê pêk hat. Di civînê de her du alî gihîştin lihevkirinê û hevkariya hevbeş di warê enerjiyê de, nemaze ji bo sivikkirina zexta li ser Bendava Firatê (Tebqa) û parastina rezervên (ihtiyat) wê yên avê.
Bendava Firatê yek ji girîngtirîn jêderên avî li herêmê ye û hêmaneke sereke ya ava vexwarinê û avdanê li herêmên fireh e, di nav de jî bajarê Helebê û gundewarê wî.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, bi armanca sivikkirina zexta li ser Bendava Firatê û parastina rezervên wê yên avê, her du alî gihîştin lihevkirinekê di warê enerjiyê de.
Ev lihevkirin, di çarçoveya peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirine de, pêk hat.
(fr)
ANHA