YBŞ'ê Mam Zekî û cangoriyên Tebaxê bi bîr anî

Fermandariya YBŞ'ê di şexsê Mam Zekî Şengalî de hemû cangoriyên meha Tebaxê bi bîr anî û diyar kir ku têkoşîna wan a 10 salan nîşan da ku her dilopek xwîna şehîdan têkoşîna wan mezin dike û dibe sedema têkoşînê.

YBŞ'ê Mam Zekî û cangoriyên Tebaxê bi bîr anî
15 tebax 2024   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî de bi daxuyaniyekê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em di Şexsê H. Mam Zekî, H. Saîd, H. Îsa, H. Dîndar, H. Sîpan, H. Mahîr, Hecî, Cîlan, Amargî û Egîdan de tevahî Şehîdên meha tebaxê bibîrtîn û di şexsê wan de soza xwe bi mezin û dubare dikin… "

MEHA JI KOMKUJÎ, TRAJEDÎ, TÊKOŞÎN Û FEDAKARIYÊ

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi vî rengî dewam kir:

"Meha Tebaxê di dîroka me de wek gel û tevger cihekî xwe yê taybet, bi wate û qedir giran heye. Ev meh, meheke dualiye di dîroka me de; aliyekî xwe ji komkujî, trajedî, xemgînî û derbederiyê pêk tê. Aliyê xwe yê din jî ji têkoşîn, fedekarî, dîwarê tirsê şikandin û ruhê berxwedanê pêşxistin bi derketina pêngava 15'ê Tebaxê re pêk tê. Wate, naskirin û zanebûna meha Tebaxê ji bo me û gelê me, tê wateya xwe naskirin, dîroka xwe naskirin û li gor ruh û pêdiviyên pêvajo û serdemê tevgerandin e.

Ev meh gelek bûyer û trajediyên bi êş wek; fermana 3'ê Tebaxê, teqînê 14’ê Tebaxê ya li gundê Tilizêr û Sîba, 15’ê Tebaxê komkujiya Koço, teqîna li Sinûnê ya 29'ê Tebaxê, 17’ê Tebaxê êrîşa bi balafirên şer ya ser nexweşxana Sikiniyê ya medenî. Dîsa 15’ê Tebaxê şahadeta Mam Zekî, 16’ê Tebaxê şahadeta H. Saîd û her wiha şehadeta bi sedan hevalên din ku di meha Tebaxê de gîhiştine şehadetê ye. Û bi dehan bûyerên bi vî rengî di bîr û hişê civaka me de hîna cihê xwe digire."

Her wisa pêngava 15'ê Tebaxê ku ji bo gelê me weke Cejna vejînê tê zanîn û naskirin; ev roj tê wateya peyama hebûna gelekî, roja qêrîna azadî û berxwedanê a li hember faşîzma dewlata Tirk û dijminan, dîsa ji bo gelê me dibe roja xwe naskirin û bilind kirina têkoşînê."

YBŞ'ê diyar kir ku dijmin dixwest Cejna Vejînê di bin siya fermana 3’ê Tebaxê, teqîna Tilizêr û Sîba, komkujiya Koço û bi hedef girtina Mam Zekî , H. Saîd û dehan hevalên din de bihêle û vî rihî têk bibe û tine bike û destnîşan kir ku berevajî wê ev rih bûye çavkaniya moral, motîve, têkoşîn, xwe rêxistin kirin û îradebûna gel û civakê.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di bingeh û çavkaniya giştî ya van êrîş û komkujiyan de ku heval û gelê me, her wisa kêmnetew û gelên herêmê de hedef girtin zihniyeta Exwancî, Selefî, Tirk, Osmanî ya dagirker û faşîst û di heman demê de xeta hevkar û dijminê kokê heye.

Tê zanîn ku di dîroka 15’ê Tebaxa 2018’an de di salvegera komkujiya Koço de bi destê berpirsên fermanê û qirkirina Koço êrîşek din pek hat. Di vê êrîşa bêbext de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bû. Ev êrîşa bêbext di saet 4’ê êvarê di dema vegera ji merasîma komkujiya Koço de hate pêk anîn. Çîroka bêbextiya Koço xwe car din zindî kir. Qetlîama Koço, ya ku di 15’ê Tebaxê de pêk hatî, hişmendiya dijminatî û zalimtiya dewleta Tirk ya faşîst û çeteyên wê DAIŞ careke din xwe eşkere kir

'ÊRIŞA LI DIJÎ MAM ZEKÎ PLANA JI BO TEMAMKIRINA FERMANÊ BÛ'

Di şexsê kedkarê avabûna me, rêberê têkoşîna me, stûna tifaqa me Mam Zekî de êrîşa ku pêk hatî hişekî dîrokî û tolhildana dîrokî ya ji Êzîdxan, gelê bindest, civaka azadixwaz e. Êrîşa li ser Mam Zekî plan û xwesteka temamkirina fermanê bû. Kesayeta Mam Zekî li pêşiya fermanê sekinî, xwest bi zanîstî, rêxîstînî û yêkîtîya gelê me ava bike û hemû hebûna xwe xist xizmeta vê armancê, ji ber vê yekê hat hedefgirtin. Ew xwedî dîrokeke şoreşgerî û têkoşînê ya 40 salî bû. Dema mirov dibêje Mam zekî 40 sal ked, têkoşîn, fedekarî û hewildanê ji bo tifaq û yêkitiyê tê bîra me.

Her wisa fermandarê me yê mezin û hêja H. Saîd tevî heval û biraziyê xwe H. Îsa di dîroka 16'ê Tebaxa 2021'an de ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst ve bi komployekî bêbext hatin hedef girtin. H. Saîd li gel hevrêyên xwe yên doza Azadiyê di rexistîna gelê Şengalê de û di avabûna YBŞ’ê de û her wisa di rêveberiya PADÊ de û di avakirina sazî, komîn û meclîsên rêveberiya xweser de bi rolên bingehîn rabû. Di warê xebatê siyasî ji de her dem serkeftin ji bo xwe esas girtibû, ji ber dizanî dema siyasetê rast bi rêve biçe dikare gavên pîr bi serketî jî bêne bidestxistin. Hem di warê leşkerî de, hem jî di warê siyasî de xwedî asoyên berfireh bû. Nêrîn û meyzekirina wî tenê ne ji bo gelê Şengalê bû, ji bo tevahî gelên ku îro ji bo demokrasî û azadiya xwe têkoşîn dikin bû. Ji bo pêşxistîna netewa demoqratîk ji bo avakirina jiyanekî aramî û pêşerojekî azad bi danasîna îdeolojiya Rêbertî û heqîqeta şehîdan xebat dikir. Û kêlî bi kêlî xwe di îdeolojiya Rêber APO de kûr dikir û dida naskirin. Birazî û hevrêyê wî yê xebat û têkoşînê H. Îsa jî xwedî kedeke mezin bû. Û kesekî ku her dem di her kêliyê de di erk û berpirsiyariyên xwe de serkeftî bû û bi kesayeta xwe ya dilnizim û rêzdar dihat nasîn. 

Her wiha hevreyên me Dîndar, Sîpan, Hecî, Qîran, Pîr Xidir, Amargî, Serhed hevalên ku bi sekin, girêdanbûn, ked û fedekariya xwe dihatin naskirin û zanîn bûn. Wana xwe di fikir û ramanên Rêber APO de kûr kirbûn û bûbûn pêşeng ji bo civaka me. Ew di şerê li hember DAIŞ de xwedî rolekî mezin bûn. Wana canê xwe kirin mertal ji bo parastina Êzidiyan û bi giştî gelên herêmê bê ferq û cûdahî bi fedaiyane têkoşiyan. Hedefgirtina wan a ji hêla dewleta Tirk ya faşîst ve tê wateya tola DAIŞ rakirinê. Van hevalên me yên Kurd, Ereb û Êzidî bê ferq û cûdahî ji bo gelên herêmê li hember DAIŞ şer kirin û serketin. Îro hinek kes hewil didin ku bi nakokî û tehrîkan di nava gelan de vê serketinê bêwate bikin û bingeh ji bo derketina hêzên paşverû û çeteyan vekin. Divê gelê me hişyar be, hestiyarî tevnegere û rê nede van kes û aliyan. Em tev dikarin di bin sîwana Neteweya Demokratîk de bi hev xwe biparêzin û xwe îfade bikin.

Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê em ê tol û hesabê bi giştî meha Tebaxê, di nav de şehadeta Mam Zekî, H. Saîd, Komkujia Koço, teqîna Sîba û Tilizêr û hwd. ji dijmin, dagirker, xeta hevkar û dijminê kokê bixwazin. Me bi têkoşîn û berxwedaniya xwe ya 10 salan nîşan da ku her dilopek xwîna şehîdan, me mezintir dike, gav pêşde dide avêtin. Her dilopek xwîna şehîd wê bibe sitûna yekîtiya gelê me û mezînbûna YBŞ û YJŞ’ê. Ser vî esasî em di şexsê şehîdên meha Tebaxê de tevahiya şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi hûrmet, heskirin û mînnetdariyên xwe ve bibîrtînîn. Soze me daye wan bi pêkanîna xeyal û armancên wan ve ya di welatek azad de bi Rêberekê azad jiyankirinê dubare dikin."