NPG: Em ê nîşanî her kesî bidin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk naçin!

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê peyamek weşand û got, "Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nîşanî her kesî dan ku têk naçin."

NPG: Em ê nîşanî her kesî bidin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk naçin!
15 tebax 2024   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan diyar kir Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di sala 41’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê de ew ê bi ruhê Egîdan, Zîlanan tevbigerin û ev peyam da: “Di çarçoveya taktîk, perspektîfa me de, em ê şerê sererd, şerê binerd û şerê asîmanên hewayî hîn geş bikin. Nekeftina gelê Kurd, nekeftina Gerîlayên Azadiyê em ê nîşanî her kesê bidin, îdîa û biryarê me vaye.”

Peyama Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan a bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hatî weşandin, bi vî rengî ye:

“GELÊ ME YÊ HÊJA, HEVALÊN BI RÛMET;

Merhaba ji were. Cejna Vejînê li we hemûyan pîroz be. Em li ser navê tevahî Gerîlayên Azadiya Kurdistan, 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejînê li Rêber Apo pîroz dikin û rêzdariyên xwe pêşkêş dikin. Em 40’emîn salvegera Pêgnava 15’ê Tebaxê cejna Vejînê li tevahî gelên Kurdistanê, li tevahî gelên herêmê, li dostên gelên Kurdistanê, li tevahî xebatkar, dilxwazan û tevahî hevalan, li gerîlayên azadiyê pîroz dikin. Di sala 41’emîn de em ji bo her kesê serketinê dixwazin.

Di ser pêngava dîrokî, Pêngava 15’ê tebaxê re 40 sal derbas bûn. Va 40 salan di dîroka gelê Kurdistanê de, destaneke, bi her herfên zêrîn hatiye nivîsandin. Bi xwîna şehîdên qehreman hatiye xemilandine. Em tevahî şehîdên şoreşê di şexsê Fermandarê Nemir Rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) de bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînin. Li hemberî bîranînên wan serê xwe ditewînin. Sozên me dayî wan, em car din dubare dikin. Em ê bi sozên rêhevalên xwe ve girêdayî bin. Em ê bîranîna wan di bilindkirina azadiya Kurdistanê de bidin jiyankirin.

GELÊ ME YÊ BI RÛMET, HEVALÊN HÊJA;

Bê guman Pêngava 15’ê Tebaxê ne pêngaveke ji rêzê bû. Di dîroka Kurdistanê de mîladek e. Her tişt guhert. Herikandina dîrokê li Kurdistanê guhert. Ew dîroka seranjêrî diçû, sererast kir. Kir bilindî. Şoreşa Vejînê çêkir. Şoreşa Vejînê bû destpêka şoreşa fikrî, şoreşa civakî, şoreşa çandî, şoreşa jin, wisa civaka Kurd, Kurdistan jinûve ava kir. Ev bi hêsanî nebû, bi fikir û ramana Rêber Apo bi keda bêhempa ya Rêber Apo û car din bi ked û berxwedana hevalên di zindana Amedê de pêk hat.

Di va 40 salên derbas bûyî de, gelek berxwedanên destanî pêk hatin û gelek egîd û qehreman çêbûn. Yên destpêkê rêheval Egîd, Erdal, Bedran, Cimşîd, Mahîr car din rêheval Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan, Ezîme, Zelal Botan, Piling Kiçî, Huseyîn Mahîr, Cemal Amed, Rojhat Bluzerî, Cuma Bilîkî û weke din gelek egîdên hêja yên wek Xelîl Dêrik, wek Kemal Spêrtî di vê dîrokê de rolê girîng lîstin. Car din di serdema Pêngava 1’ê Hezîranê de, rêheval fermandar Erdal, Adil Bilikî, Nûda Karker, Reşîd Serdar, Rojîn Gewda, Rustem Cudî, Çîçek Kiçî, Elîşêr Koçgirî û piştî wê pêvajoyên bi rêketî, ji Azad Sîseran, Berçem Cîloyan, ji Delal Amed, Atakan Mahîran, heta Yilmaz Dêrsiman, Baran Dêrsiman, Zîn Cizîran, Çîçek Botanan, Cuma Mardînan, Botan Hekkariyan û wisa bi sedan qehreman di vir de çêbûn. Qehremanên wek Çetîn Siwêrekan, qehremanên wek Xebat Dêrikan, Dogan Zinaran, Qehremanên wek Egîd Civiyan, Welat Herinkî, Leyla Sorxwînan, Axîn Mûş, Dilgeş Gûzereşî ev dîroka bi egîdî û qehremanî xemilandin. Car din di serdema berxwedana Tunelan de, destanên hatî avakirin di pêşengtiya Şoreş Beytuşebab, Rêber û Hêjaran, Nûrî Yektayan, di pêşengtiya Cumalî Çoruman, Botanan, Zinarînan, di pêşengtiya Bager û Avzeman, Mizgîn Ronahiyan destan hatin avakirin. Li Rojavayê Zapê destanên bi salan dimeşin, di pêşengiya Delîl Zagrosan, Nalînan, Zemaniyan de îro li hember dijmin bilind dibe. Car din fedayiyên demê weke Sara Goyî, rêheval Ruken, rêheval Rojhat, Erdal û şehîdên me yên herî dawî yên Bakur Şêxmûs Malazgir, Bêrîtan Nurhaq, Herekol Şiyar Gever, Brûsk Kato, Benda Amed û wisa bi sedan qehremanan pêşengtiya vê dîrokê kirine. Bi saya wan sala 40’emîn li vî astî dom dike.

GELÊ ME YÊ HÊJA, HEVALÊN BI RÛMET;

Me wekî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê me soz da ku em ê tevahî Kurdistanê biparêzin. Me got, em weke PKK, em weke leşkerên Rêber Apo fedayiyên Kurdistan, ji bo parastina tevahî Kurdistan erkdar in. Heta niha em di van sozên xwe de girêdayî man. Vaye 7 salin, dagirkeriya Tirkiyeyê dixwaze Başûrê Kurdistan dagir bike. Em li hemberî wan rawestiyane, me berdêl dane, em şer dikin û em li ber xwe didin. Em li sozên xwe xwedî derkevin û ev 4 salên dawiyê di heman sengerî de berxwedan dom dike ye. Li hemberî çekên qedexe yên kîmyewî, li hember her cureyî, çekên modern, teknolojiya modern li heman sengerî îro li Metîna, li Rojavayê Zap, li giştî zapê berxwedan heye. Silav ji bo wan qehremanan. Çend hezar car silav. Ew îro îradeya gelê Kurd, li hember hovîtiya dagirkeriyê, qirkirinê temsîl dikine.

GELÊ ME YÊ HÊJA;

Roja îro herêma Rojhilata Navîn dikele. Qeyran li zêde bûye. Lê em dinêrin dagirkeriya Tirkiyeyê, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide ev qeyran veguhere şerekî herêmî. Ew dixwaze di navbera dewletên li ser Kurdistanê serwer û desthilatdar tifaqekê pêş bixin. Li hember doza azadiya Kurd, li hember tevgera me, dixwaze wisa tifaqekê pêş bixe. Diyare li pêş me qonaxên wisa xeternak hene, em weke tevger em ê li hember vê têkoşîn bikin, şer bikin. Ji bo li Rojhilata Navîn, Kurdistaneke azad, serbixwe çêbibe, em ê şer geş bikin. Ev şer şerê rûmetê ye, şerê welatparêziyê ye, şerê şeref û namûsê ye. Em ê vî şerî bilind bikin. Em li hember nokeran, li hember dagirkeriyê gav paşde navêjin. Her diçe em ê hîn xurt bikin. Lê divê gelê me yê welatparêz li hember neyaran piştevaniya me bikin.  Em bang li tevahî welatparêzên Kurd dikin, partî, sazî, şexsiyet divê vê heqîqetê bibînin û piştevaniya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bikin.

Em bang dikin tevahî ciwanên Kurd, ciwanên Ereb divê beşdarî vê meşa pîroz bibin. Tevlî bibin. Îro li ser gelê Kurd siyaseta tunekirinê, li ser gelê Ereb, Asûrî, Suryan xeterî heye. Ji bo wê di navbera gelan de, gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan de li ser hîmê paradîgmaya netewa demokratîk yekîtiya gelan çêbibe, yekîtiya kedkarên Tirkiyeyê ya hemû herêmê çêbibe. Tûranîzma Tirkiyeyê dixwaze li tevahî herêmê tarîtiyekê pêş bixe. Lê berî herî tiştî divê di gelê Kurd de yekîtiya neteweyî çêbibe, stratejiyeke hevbeş bê avakirin. Em ê wek tevger ji bo vê hewl bidin û ev pêwîstiyeke pir girîng e.

GELÊ ME YÊ HÊJA, DOST Û HEVALÊN BI RÛMET;

Îro li ser Rêberiya me Rêber Apo tecrîdeke giran, psîkolojîk êşkence heye. LI ser hemû rûmetên gelê me, ser çanda me, govenda me, her awayê nirxên me êrîş heye. Divê gelê me li hember van êrîşan, di çarçoveya pêngava cîhanî de tevlî pêngavê bibe. Her kes li cem xwe fedekarî bike. Bi berpirsyar tevbigere. Paratina Cewherî divê bê pêşxistin. Li hemberî êrîşan divê em Parastina Cewherî ya Gelêrî pêş bixin. Em weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di vê serdemê de, ango di sala 41’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê de em ê bi ruhê Egîdan, Zîlanan, bi ruhê 15’ê Tebaxê tevbigerin. Di çarçoveya taktîk, perspektîfa me de, em ê şerê sererd, şerê binerd û şerê asîmanên hewayî hîn geş bikin. Nekeftina gelê Kurd, nekeftina Gerîlayên Azadiyê em ê nîşanî her kesê bidin, îdîa û biryarê me vaye.

Em di vê çarçoveyê de weke Fermandariya Biryargeha Navendî ji bo tevahî gelê me, tevahî dostên me, ji bo tevahî xebatkar û hevalan silav û rêzdariyên xwe pêşkêş dikin. Di vê serdema dîrokî ya girîng de, her kesê vedixwînin erkê xwe û em ji bo her kesê di serî de ji bo tevahî hevalan, tevahî gelê me, tevahî dostên me di vê serdema girîng de bi dil û can serkeftinê dixwazin. Di meşa azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo de, di meşa azadkirina Kurdistanê, di meşa azadkirina gelê herêmê de, em ji bo her kesê serketinê dixwazin û em dibêjin serketin, serketin, serketin.

Bimire mêtingerî û xiyanet!

Bijî Şerê Gel ê Şoreşgerî!

Bijî Serok Apo!”