Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê daxuyanî da

Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava daxwaz kir ku hemû beşên fakulteyên Zanîngeha Rojava bikevin nava hevyazbariya giştî ya sala nû ya xwendinê.

Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê daxuyanî da
Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê daxuyanî da
Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê daxuyanî da
Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê daxuyanî da
Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê daxuyanî da
Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê daxuyanî da
21 cotmeh, 2026   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava îro daxuyaniyek bi kurdî û erebî li pêşiya avahiya fakulteyê ya li Qamişloyê da.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku sîstema akademîk û îdarî di pêşxistina saziyên perwerdeyê de gelekî girîng e, divê hemû beşên zanist û teknolojiyê bikevin hevyazbariya sala nû ya xwendinê (2026-2027) û got ev hemû beş girîng in û di aliyê zanist, teknîk û pêşxistinê de pêdiviya herêmê pê heye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku ev beş ne tenê bi bernameya xwendinê re sînordare lê di van beşan de herêm di aliyê zanist û pîşeyî de pêş dikeve, saziyên wê pêşdikeve û pêdiviyên civakê pêk tîne.

Xwendekaran di daxuyaniyê de da zanîn ku taloqkirina 6 beşên fakulteyê ji bo saleke dîtir ne li gorî xweseriya herêmê û pêdiviyên wê ye.

Her wiha di daxuyaniyê de gotin şert û mercên aborî gelekî zehmet in, lêçûna kirêkirina malan, kirya erebeyan û peydakirina kel û pelan ji bo xwendekaran biha ye û derfetên wan nîne ku biçin li zanîngehên ji derveyî herêmê bixwînin, ev yek li ber xwendina wan dibe asteng û bandorê li siberoja wan a akademîk û pîşeyî dike.

Xwendekaran daxwaz kir ku biryara tenê du beş xistine hevyazbariyê di ber çavan re derbas bikin û her 6 beşên dîtir jî bixin nav hevyazbariyê.

Di dawiyê de xwendekaran ji aliyên têkildar xwest daxwazên wan di ber çavan re derbas bikin, pirsgirêka wan çareser bikin û her 6 beşên dîtir jî di nava hevyazbariya giştî ya sala nû ya xwendinê de werin qebûlkirin.

(np)

ANHA