Komîteya Entegrasyonê der bare zanîngehên Kobanê û Rojava de daxuyanî da

Komîteya Entegrasyonê ji xwendekaran xwest li gorî biryarên ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê ve hatine derxistin, li zanîngehan xwe qeyd bikin.

Komîteya Entegrasyonê der bare zanîngehên Kobanê û Rojava de daxuyanî da
21 cotmeh, 2026   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Entegrasyonê der barê rewşa li zanîngehên Rojava û Kobanê de daxuyanî da û diyar kir ku fakulteyên ku ji hêla Wezareta Xwendina Bilind ve hatine erêkirin, yên yasayî ne di pêvajoya heyî de xebat ji bo vekirina fakulteyên din jî dê berdewam dikin.

Daxuyaniya Komîteya Entegrasyonê wiha ye:

"Di çarçoveya nîqaşên ku di dema borî de têkildarî entegrasyona Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê bi Wezareta Xwendina Bilind û lêkolîna zanistî re, hejmarek ji fakulteyên her du zanîngehan hatin erêkirin û biryar ji bo fakulteyên mayî di dema heyî de hate taloqkirin, heta ku amadekarî û tedbîrên pêwîst temam bibin ji bo garantiya berdewamiya xebatê.

Ji bo pabendbûna me di zelalkirina rewşê de li beramberî şênî, gelê me û xwendekarên hêja, em piştrast dikin ku ev fakulteyên ku hatine erêkirin, yên yasayî ne di pêvajoya heyî di her du zanîngehan de û xebat ji bo amadekariyên pêwîst ji bo vekirina fakulteyên din jî berdewam dikin da ku pêvajoya fêrkirinê li gorî çarçove û tedbîrên erêkirî berdewam bike.

Em tekeziyê li ser pabendbûna xwe di şopandina vê dosyayê de û xebatên berdewamkirina tedbîrên pêwîst ji bo xizmeta berjewendiya xwendekaran û xurtkirina rewşa perwerdeyê li herêmê, dikin.

Ji ber vê yekê, ji bo ku xwendekarên me yên hêja perwerdeya xwe bidomînin, divê ew li gorî biryarên ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ve hatine derxistin, li zanîngehên xwe qeyd bibin."

(k)

ANHA