Daxwaza koçberan "Vegera Ewle" ye

Koçberên ji bajarê Girê Spî, ku li kampa Til El Semin a li gundewarê bakurê kantona Reqayê dijîn, destnîşan kir ku astengiya herî mezin li pêşiya vegera wan hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker e.

Daxwaza koçberan "Vegera Ewle" ye
Daxwaza koçberan "Vegera Ewle" ye
Daxwaza koçberan "Vegera Ewle" ye
Daxwaza koçberan "Vegera Ewle" ye
8 îlon, 2025   03:45
REQA
EHMED SEMHAN

Zêdetirî 5 salan e, bi hezaran koçberên ji bajarê Girê Spî ku ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser axa xwe reviyan, li kampa Til El Semin ya bakurê kantona Reqayê di şert û mercên dijwar de dijîn. 

Li kampê nêzî 7 hezar kes dijîn. Ji ber kêmbûna xizmetguzariyan û nebûna piştgiriya mirovî, tenê daxwazeke koçberan heye: "Vegereke li ser axa xwe.”

Edûlê Xelîl Hemê ya ji gundê Tayba yê girêdayî Girê Spî koçber bûye, der barê mijarê de got: "Rewşa giştî ya kampan êdî ji her kesî re baş tê zanîn. Niştecih di şert û mercên dijwar de dijîn, pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê peyda nabin. "

Edûlê wiha domand: "Îro em dibêjin; êşa ku me kişandiye bes e, em daxwaza vegera ewle bo dever û gundên xwe dikin, û banga pêkanîna bilez a peymana 10`ê Adarê dikin."

Edûlê da zanîn ku ku astengiya herî mezin li pêşiya vegerê hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker e û destnîşan kir ku "Bêyî pêkanîna aramî û ewlehiyê û peydakirina derfetên jiyanê, vegera ewle ne pêkan e."

Di dawiyê de Edûlê bang li civaka navneteweyî, Koalîsyna Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku êşa niştecihên kampê bibînin, û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em xwediyên erdê ne û xwedî maf in, me têra xwe ji li kampan êşa koçberiyê kişandiye."

Sozan Mihemed Hemê ya ku ji gundê Teyba koçber bûye, got ku rewşa di hundurê kampê de pir dijwar e.

Sozan Mihemed diyar kir ku "Em dixwazin bi ewle vegerin devern xwe, vegerin weke berê, bê dagirkerî, bi ewlehî û aramî bijîn".

Sozan destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya vegerê, nebûna ewlehiyê ye, û anî ziman ku "Li wir ewlehî tune ye, em nikarin vegerin."

Mihemed El Mistefa ji bajarokê Silûkê koçber bûye, got ku ew di sala 2019`an de koçber bûye, û diyar kir ku ji ber koçberiya dubare gelek êş kişandiye.

El Mistefa destnîşan kir ku di nava 6 salên koçberiyê de ew li gelek kampan geriyn û êşa koçberiyê kişandiye. El Mistefa banga vegera ewle kir û got: "Bes e koçberî û jiyana li kampan."

Di dawiya axaftina xwe de, El Mistefa diyar kir ku daxwaza hemû koçberên li kampê vegera ewle û bi rûmet bo mal û deverên xwe ye.

(k)

ANHA