Xelkê Til Birakê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da

Şêniyên bajarê Til Birakê êrişên hikumeta demekî yên li ser gelê taxên Helebê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin û banga parastina sivîlan kir.

Xelkê Til Birakê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da
16 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Şêniyên bajarê Til Birakê êrişên hikumeta demekî yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dikin ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Heleb, sûcên li dijî şêniyan û bêrêziya li hemberî cenazeyan şermezar kirin. Şêniyan bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe yên parastina sivîlan û aştiya navxweyî bi cih bînin.

Hevserokê Nivîsgeha PYD’ê ya Til Birakê Îvan Silêman diyar kir ku pêkanîna çeteyên hikumeta demkî yên li dijî taxên Helebê de dijbertiyeke rasteqîn û sîstematîk li dijî mirovahiyê ye. Îvan Silêman anî ziman ku ev pêkanîna piştrast dike ku ew çete xwedî îdeolojiya DAIŞ’ê ne û tu têkiliyan wan bi artêş û şoreşgerên ku hewl didin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin re tune ye.

Îvan Silêman bi gotina "Saziyên ku îdiaya mafên mirovan dikin li ku derê? Gelo ji van sûcan kor bûne an jî tevkarên van komkujiyan ne?" bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên li Helebê hatine kirin, şermezar kirin. Îvan Silêman anî ziman ku "bêdengiya navneteweyî dighêje asta beşdariya pêkanîna sûcên li dijî zarok, jin û kesên bi teman ên pêkhateyên Kurd û Ereb û ên din ku ji sedên salan ve bi hev re li van taxan dijîn."

Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Mihemed El Hesen jî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên li Helebê hatine kirin şermezar kir.

Mihemed El Hesen banga parastina sivîlên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê û mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan û parastina aştiya navxweyî kirin.

Hevseroka Saziya Çandiniyê ya Til Birakê Neda Behlewî jî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermzar kirin û bi bîr xistin ku gelê van taxan heya dilopa dawî li ber xwe da.

Neda Behlewî pirsa bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcan kir û bi bîr xist ku avêtina cenazayê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ber xwe da û şehîd bû, heya niha hestê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan nelivandiye.

(b)

ANHA