'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'

Di çalakiyên 25`ê Mijdarê de bal li ser şêwazên tundiyê, nemaze tundiya siyasî ya ku desthilat li dijî jinan dimeşîne hat kişandin. Beşdarên panelan gotin ku ew dê têkoşîna wan a li hemberî tundiyê heta heta pêkanîna edaletê û wekheviyê di nava civakê de berdewam bike.

'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
'Dê têkkoşîna me dijî şîdetê berdewam bike'
22 mijdar, 2023   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê ku îsal bi dirûşma “Li dijî tevahî cureyên şîdetê û dagirkeriyê jin jiyan azadî” tên lidarxistin, didomînin. Di vê çarçoveyê de Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Helebê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Tebqayê, Meclisa navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo panel li dar xistin û dauxyanî dan. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê jî semînerek da.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Tebqayê ji bo balê bikişîne ser şîdeta li ser jinan û cureyên wê li hola Meclisa Qanûnsaz a avahiya Rêveberiya Sivîl a demokratîk a Tebqayê panelek li dar xist. Di panelê de endamên Meclisa partiyê, nûnerên Rêveberiya Sivîl, tevgerên jinan, komîn û meclisên bajêr amade bûn.

Panel ji aliyê hevseroka Nivîsgeha Perwerdeyê ya Rêveberiya Sivîl Semer Şihabî, berdevka Jinan a Partiya Sûriya Pêşeroj Nadiye Mihemed û bijîşka ku li nexweşxaneya Watanî dixebite Zehra El Hisên ve hat birêvebirin.

Piştî nirxandên mijarên panelê ji aliyê dîwanê ve, beşdaran pirsgirêkên civakê nîqaş kirin û ji bo çareserkirina wan pêşniyar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku divê biyrara 1325 were pêkanîn, bûdçeya taybet bi jinan di qada siyasî de bê veqetandin, fikrê demokratîk bê belavkirin û hemleyên li dijî şîdeta li ser jinan li dibistan û peymangehan berdewam bikin.

Li Helebê jî Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê li hola civînan a 8`ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên taxê û partiyan, panelek li dar xist.

Pişt diyarkirina mijarên panelê ji aliyê endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Delal Mihemed ve û nirxandina wan mijaran, beşdaran nêrînên xwe der barê panelê de parve kirin.

Endama Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amna Xidro axivî û jin mîna ku Rêber Abdullah Ocalan jî di parêznameyên xwe de wesifandiye, wekî hêza hilberêner bi nav kir. 

Her wiha endama rêveberiya Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Necla Hemze bal kişand ser hewldanên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo rizgarkirina jinan û got ku Rêber Abdullah Ocalan rêya bidestxistina destkeftiyan li pêşiya jinan vekir.

Dûre endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şanoyek têkildarî xilasiya jinan ji zihniyeta baviksalariyê, hin adetên paşverû yên civakê ku mafên jinan binpê dikin, nîşan da.

Di dawiya panelê de ev pêşniyar hatin kirin: Guhdarîkirina çîrokên jinan, nifşê bê fêr bike û jê fêr bibe, li dijî destavêtinê derkeve, divê li nasnameya jinan di baweriyan de bigerin û baweriya demokratîk vegerînin, divê jin di aliyê siyasî, aborî û xweparastinê de bi rêxistinkirî bin, têkoşîn û birêxistinkirina xwe li hember zihniyeta desthilatdar pêş bixin.”

Meclisa Navçeya Amûdê bi beşdariya bi dehan mêran, li pêşiya avahiya meclisê daxuyaniyek da. Endamê rêveberiya meclisê Silêman Cûan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de jinên di berxwedana li hember şîdeta zihniyeta baviksalariyê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn û hate got: “Jina azad û têkoşer, dikare rêya me ber bi azadiyê ve ronî bike. Mîna Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemaz, Fîdan Dogan, Jîna Emînî, Hevrîn Xelef, Evîn, Yusra, Rîhan, Şîlan Kobanê yên bi destê rejîmên faşîst hatin şehîdxistin.

Em şîdeta li ser jinan red dikin. Heta edalet, wekhevî pêk were û civakeke demokratîk ya azad ava bibe, em ê li rex jinan têkoşînê berdewam bikin.”

KOBANÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê bi heman minasebetê li avahiya xwe ya li bajarê Kobanê bi beşdarbûna endam û hevserokên saziyên xwe semînerek da.

Di semînerê de Rêveberiya Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a harêma Firatê Cîhan Derwêş axivî û bal kişand ser sedem û şêwazên tundiya li ser jinan û dîroka 25`ê Mijdarê.

Cîhan her wiha îşaret bi têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo rizgariya jinan û pêşxistina wan kir.

Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hat vekirin. Beşdaran di nirxandinên xwe de cih dan bandora tundiyê li ser civakê, kirin û zihniyeta dewletên dagirker ên li dijî jinan.

(şx/c)

ANHA