Rûsya 30 dronên Ukraynayê ruxandin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê 30 dronên Ukraynayê li herêmên sînorî ruxandine.

Rûsya 30 dronên Ukraynayê ruxandin
25 hezîran, 2024   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê "Telegram" weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Kîev bi şev hewl da bi balafirên bê mirov ên bi çek êrişên terorî li ser xaka Rûsyaya federal pêk bîne. Hêzên me yên parastina hewayî balafiran da û 29 balafirên bê mirov li herêma Belgorod û balafirek li herêma Froneh ruxandin."

Waliyê Herêma Belgorod a li beramberî Ukraynayê Vyacheslav Gladkov têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser "Telegram" belav kir.  Vyacheslav Gladkov di daxuyaniya xwe de ragihand ku  di êrişê  de kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn, her wiha bi dehan avahî û erebe bi zerar bûn.

Gladkov diyar kir ku  ji dronên ji aliyê Ukraynayê ve hatine avêtin bi kêmanî 6 dron li asîmanê Yakovlevsky a Belgorod hatibûn avêtin, hatin rûxandin.  Gladkov  destnîşan kir di êrişê de 2 kes birîndar bûn.