Xebatên Şaredariya Dêrikê

Şaredariya Gel a Dêrikê ji ronîkirina bajar heya berfirehekirina herêma pîşesazî û birêxistinkirina taxa Cûdî gelek xebatên xizmeteguzariyê pêk tîne.

Xebatên Şaredariya Dêrikê
Xebatên Şaredariya Dêrikê
Xebatên Şaredariya Dêrikê
Xebatên Şaredariya Dêrikê
6 nîsan, 2025   03:45
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şaredariya bajarê Dêrikê ya kantona Cizîrê gelek xebatên xizmetguzariyê pêk anîn û projeyên din didomîne.

Şaredariya Gel a Dêrikê xebata ronîkirina kolana sereke ya ji têketina bajar heya kolana Kornîş û Qada Azadî, dîsa kolana ji Qada Şehîd Hevrîn heya Qada Şehîd Beyrem bi dawî kiriye.

Şaredarî ji bo rêxistinkirina taxa Cûdî (Xêrika) ya bajarê Dêrikê planek diyar kiriye. Li gorî planê, çewlikên xwedîkirina sewalan û selexaneyan vediguhêze derveyî bajar.

Şaredariya Gel a Dêrikê projeya firehkirina herêma pîşesaziyê li gorî 3 qonaxan didomîne. Di qonaxa yekemîn de ku bi dawî bûye, 36 dikan hatine avakirin. Di qonaxa duyemîn de ku dewam dike jî 7 dikanên din li ser du qatan tên avakirin. Rubera erd di her du qonaxan de 18 hezar û 789 metredam e.

Her wiha şaredarî dê kargeha çêkirina blokan veguhêze derveyî bajar.

Rêveberê Şaredariya Gel a Dêrikê Mutîh Elî anî ziman ku bi armanca başkirina xizmetan dê xebatên xwe li gorî plansaziya diyar kiriye, bidomînin.

(bb)

ANHA