Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê

Rezûq El Xebra ji şêniyên gundewarên rojhilatê kantona Dêrezorê ye. Tevî temenê xwe yê 50 salî jî hêza wî ya ked û xebatê kêm nebûye û bi çêkirina sabûnê debara malbata xwe dke.

Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê
Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê
Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê
Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê
Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê
Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê
Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê
Jêhatîbûna xwe ya çêkirina sabûnê veguherand çavkaniya debarê
6 nîsan, 2025   07:25
DÊRAZORÊ
EHMED EL SEMHAN

Rezûq El Xebra di ciwaniya xwe de fêrî pîşeya çêkirina sabûnê bû, bi demê re ev fêrbûna xwe bi pêş xist û niha ew kar bûye jêdera debara wî û malbata wî.

Bi alavên hêsan û çend berhemên xwezayî, Rezûq El Xebra rêya xwe li karê çêkirina sabûnê vekir û bi demê re ev kar bû projeyeke serkeftî.

El Xebra di sala 2012'an de dest bi projeya xwe ya çêkirina sabûnê kir û veguherî pîşeyeke ku pê debara jiyana xwe bike. Wî kargeheke piçûk ji bo çêkirina sabûna bêhnxweş ava kir. Di kargehê de pîşe û jêhatîbûna xwe bi pêş xist heya ku ew îro sabûna bi kalîte çêke.

Têkildarî pîşesaziya çêkirina sabûnê El Xebra diyar kir ku ew ne tenê pîşeyek e, lê di heman demê de derfeteke aborî ya mezin e, bi taybetî ji bo kesên ku nikarin berhemên biha bikirin.

Der barê pêvajoyên çêkirina sabûnê de jî El Xebra got: "Destpêkê di firaxeke taybet a ji bo vî karî de soda di nava avê de tê helandin. Dûre em wê demekê dihêlin heya ku sar bibe û ji bo bikaranînê amade be. Piştî wê, em hêdî hêdî zeytên xwezayî lê zêde dikin, her tim tev didin da ku baş tevlihev bibe. Pir girîng e ku mirov bizane çi qas madeyan bi kar bîne.”

El Xebra destnîşan kir ku wî projeya xwe berfireh kir û wî ezmûna xwe tenê bi fêrbûna vê jêhatîbûnê re sînordar nekir û ew kire projeyeke bazirganiyê û niha dikana wî heye.

Di dawiya axaftina xwe de Rezûq El Xebra bang li her kesî kir ku projeyên xwe yên taybet vekin. Her wiha got ew niha bi pîşeya çêkirina sabûnê debara malbata xwe dike. Ew di wê baweriyê de ye ku her kes dikare bigihêje armanc û mebestên xwe, bi şertê ku bixebite û jêhatîbûna xwe bi pêş bixe.

(k)

ANHA