Xebatên rakirina destdirêjiyên li ser xeta Elok li Til Temirê dest pê kir

Gerînendetiya Avê ya Parêzgeha Hesekê ji bo rakirina destdirêjiyên li ser xeta avê ya Elok û bikaranîna wê di çend rojên bê de, li bajarê Til Temir dest bi xebatên sererastkirinê kiriye. Bi vê gavê wê av bighêje bajarê Hesekê û rewşa xizmetguzariyê baş bibe.

Xebatên rakirina destdirêjiyên li ser xeta Elok li Til Temirê dest pê kir
Xebatên rakirina destdirêjiyên li ser xeta Elok li Til Temirê dest pê kir
Xebatên rakirina destdirêjiyên li ser xeta Elok li Til Temirê dest pê kir
8 tîrmeh, 2026   12:10
HESEKÊ

Gerînendetiya Avê ya Parêzgeha Hesekê ji bo bikaranîna xeta avê ya Elok û vekirina avê di çend rojên bê de, dest bi xebatên rakirina destdirêjiyên li ser xeta avê ya Elok a li bajarê Til Temirê kir.

Di çarçoveya plana gerînendetiyê ya sererastkirina xeta avê û xistina wê ya xizmetê de, ji bo ku av bi awayeke domdar bighêje cihê pêwîst, di xebatê de destdirêjiyî û muxalefetên ku rê li ber meşandina avê di torên avê de digire, hatin rakirin.

Di demekê de ku pêwîstî bi dabînkirina avê ji bo şêniyan heye û xeta avê ya Elok jêdera sereke ye ji bo bajarê Hesekê û gundwarê wê, bajarê Til Temir jî ev xebat tê kirin.

Aliyên peywendîdar da zanîn ku ji bo bikaranîna xetê di çend rojên bê de, tîmên ku bi vê xebatê radibin wê heta temamkirina sererastkirinê xebatê xwe bidomînin. Ev gav wê rewşa avê baş bike û jankêşiya şêniyan a ji ber avê dikşînin kêm bike.

(sb)

ANHA