Wezîrê Derve yê Lubnanê vexwendina bo serdana Îranê red kir

Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Yûsif Recî ragihand ku wî vexwendina serdana Tehranê ya ji hempîşeyê xwe yê Îranê Ebas Iraqcî wergirtiye red kir.

Wezîrê Derve yê Lubnanê vexwendina bo serdana Îranê red kir
10 kanûn, 2025   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Yûsif Recî diyar kir ku wî vexwendina hempîşeyê xwe yê Îranê Ebas Iraqê ya ji bo serdana Tehranê di vê demê de red kir û pêşniyar kir ku hevdîtin li "dewleteke sêyemîn a bêalî" be. Hat destnîşankirin ku ev gav nîşaneya nebaşiya têkiliyên dîplomasî di navbera Beyrût û Tehranê de ye.

Recî li ser platforma xwe ya Xˊê diyar kir ku "Şert û mercên heyî ne guncaw in ku serdana Tehranê bê kirin".

Girêdayî mijarê, rojnameya Şerq El Ewset ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomasî yên Lubnanê diayr kir ku vexwendin ji kesayetê Recî re hat şandin û ji dewleta Lubnanê re nehat pêşkêşkirin. Çavkaniyan da zanîn ku biryara tenê girêdayî wî ye.

(fr)