Hêzên Îsraîlê ciwanekî Quneytîrayê girt

Hêzên Îsraîlê ciwanek ji gundewarê Quneytîrayê girt.

Hêzên Îsraîlê ciwanekî Quneytîrayê girt
10 kanûn, 2025   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku dema hêzên Îsraîlê li derdora gundê Meşîde yê gundewarê başûrê Quneytîrayê bûn, ciwanek ji gundê Eyn El Qadî girt û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Girêdayî heman mijarê, dewriyeyek Îsraîlê bi ser maleke gundê Arîde yê di navbera Abidîn û Meiriye ya li herêma Hawiza Yermûk ê rojavayê Derayê de girtibû û kesê bi navê El Xefaş, bi sedemên nediyar, girtibû û ber bi cihekî nediyar ve biribû.

Bûyera girtinên dubare ji hêla hêzên Îsraîlê ve li hundirê xaka Sûriyeyê li gel sivîlan metirsî çêkir.

(ac/fr)

ANHA