Meclisa Oldaran a Holê rojbûna Pêxember Mihemed pîroz kir

Meclisa Oldaran a bajarê Holê bi çalakiyekê ku tê de nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên saziyên bajêr beşdar bûn, rojbûna Pêxember Mihemed pîroz kir.

7 îlon, 2025   16:53
HESEKÊ

Meclisa Oldaran a bajarê Holê yê kantona Cizîrê çalakiyek bi boneya rojbûna Pêxember Mihemed li Navenda Çandê ya bajêr li dar xist. Di çalakiyê de oldar, nûnerên Rêveberiya Xweser û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Di serî de rêveberê Meclisa Rûspiyan a bajêr Îbrahîm Sultan diyar kir ku armanca wan ew e ku Îslamê bi awayê rastîn bidin naskirin nexasim piştî ku komên terorîst ew reş kiriye.

Rêveberê Karûbarên Mizgeftan a kantonê jî Şêx Ehmed El Ebdullah li ser nêrîna oldaran a der barê avakirina Sûriyeya demokratîk de axivî.

Şêx Ehmed hişyarî ji destwerdanên hêzên derve û hewldanên têkbirina hevgirtina civaka Sûriyeyê da.

Şêx Ehmed diyar kir ku hêzên derve dixwazin fîtneyê di nav gelê Sûriyeyê de derxin da ku bikarin Sûriyeyê kontrol bikin.

Piştre beşdaran li ser hewldanên reşkirina Îslamê û provakasyonên li dijî taîfe û mezheban axivî û hişyarî da ku gelê Sûriyeyê nekev pey fîtne û provakasyonan.

(mh/şx)

ANHA