DYA’yê 10 êriş li Senayê pêk anîn

Hûsiyan ragihand ku hêzên DYA’yê 10 êrişên hewayî li dijî Senaa û derdora wê pêk anîn.

DYA’yê 10 êriş li Senayê pêk anîn
5 gulan, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyên li Yemenê ragihand ku hêzên DYA’yê nêzî 10 êrişên hewayî li dijî Senaa û deverên derdora wê pêk anîn.

Li gorî Ajansa SABA’yê ya ser bi Hûsiyan ve, piştî rêze êrişên li derdora paytextê, 2 êriş li ser kolana 40 ya li Senaa û êrişek din li kolana balafirgehê hatin kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan jî aşkera kir ku di êrişa li ser taxa Sawanê de 14 kes birîndar bûn.  

Êrişên DYA’ê piştî êrişa duh a bi fuzeyan a Hûsiyan a li ser balafirgeha Ben Gurion hat kirin. Di encama êrişê de geştên xwe yên hewayî rawestandin. Piştî êrişê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu soza bersivdayînê da û got, "Wek me çawa kiriye, em ê dîsa jî wisa zêdetir bikin. Wê ne tenê derbeyek be, lê wê gelek teqîn pêk bên."

Li gorî Wezareta Parastinê ya DYA’yê,  artêşa Amerîkayê ji navîna Adara îsal ve zêdetirî hezar cih li Yemenê kiriye armanc.

(bb)