Wê hefteya bê gera nû ya hevdîtinên Îsraîl û Lubnanê dest pê bike

Hat hînbûn ku hevdîtinên bi rojeva agirbest û ewlehiyê di navbera Îsraîl û Lubnanê de, di 14-15’ê Gulanê de li Washingtonê bên kirin. Serokkomarê Lubnanê Cozêf Ewn, hevdîtin bi şertê peymana ewlehiyê û qedandina êrişên Îsraîlê ve girê da.

Wê hefteya bê gera nû ya hevdîtinên Îsraîl û Lubnanê dest pê bike
7 gulan, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku gera nû ya hevdîtinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de di dîrokên 14 û 15’ê Gulanê de li Washingtonê pêk werin.

Li gorî nûçeya ku Agence France-Presse (AFP) û Reutersê dispêrin çavkaniyên navên wan nehatine eşkerekirin, berpirsekî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê diyar kir ku wê hefteya bê rojên pêncşem û înê li Washingtonê di navbera Lubnan û Îsraîlê de hevdîtin bên kirin.

Balyozên Îsraîl û Lubnanê yên li DYA’yê, beriya niha di 14 û 23’yê Nîsanê de li Washingtonê civiyabûn. Piştî hevdîtina duyemîn a li Koşka Spî, Serokê DYA’yê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve di meriyetê de ye, sê hefteyên din hat dirêjkirin.

Trump her wiha aşkera kiribû ku ew li bendê ye Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokkomarê Lubnanê Cozêf Ewn di "hefteyên pêş de" bên cem hev.

Lê belê, Cozêf Ewn roja duşemê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku hevdîtina gengaz bi îmzekirina peymaneke ewlehiyê û "qedandina êrişkariya Îsraîlê" ve girêdayî ye.