Vê care stasyona kehrebeyê ya li Dirbêsiyê hate bombebarankirin

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker vê care stasyona kehrebeyê ya li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bombebaran kir.

Vê care stasyona kehrebeyê ya li Dirbêsiyê hate bombebarankirin
15 ÇILE, 2024   09:34
HESEKÊ

Stasyona ku hatiye hedefgirtin, li başûrê navçeya Dirbêsiyê ye. 

Di 2 rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker stasyonên kehrebeyê yên li Amûdê, Dêrik, Qamişlo û Tirbespiyê li kantona Cizîrê, Kobanê, Eyn Îsa li kantona Firatê bombebaran kirin. Di encamê de stasyon rawestiyan û bi milyonan şênî bê kehrebe man.

(şx)

ANHA