Dagirkeran 56 dever bombeba û topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker di 48 saetên dawî de 56 deverên ku piraniya wan ên xizmetguzariyê ne, bombebaran kirin. Di encamê de 5 leşkerên Hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 6 welatî birîndar bûn û ziyanên mezin ên madî çêbûn.

 Dagirkeran 56 dever bombeba û topbaran kirin
15 ÇILE, 2024   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 2017’an ve tên domandin, di 2 rojên dawî de dijwartir bûn. 

Balafirên şer û yên bêmirov-biçek ên dagirkeran ji şeva 12’yê çileyê ve ji Dêrikê heta Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Kobanê û Şehbayê binesazî û navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin.

Di 48 saetên dawî (Ji şeva 12-13’yê çile heta şeva 14-15’yê çileyê) de 56 dever hatin bombebarankirin û ziyanên mezin ên madî derketin holê.

Şeva 12-13’yê Çileyê de Stasyona petrolê ya Zarba û navendeke din a petorlê yên li başûrê rojhilatê navçeya Tirbespiyê û Bendava Başûtê ya rojhilatê bajarê Dêrikê 5 caran bi balafiran hatin bombebarankirin.

Êrîşên din tevahî şeva 13-14’yê Çileyê û tevahiya 14’yê heta sibeha 15’yê Çileyê pêk hatin. Cihên hatine bombebarankirin wiha ne:

- Gundên Xirbet Şeala û Hirbil ên kantona Efrîn û Şehbayê hatin topbarankirin. Bi 2 roketan nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li bendava Şehbayê hat bombebarankirin.

- Nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Xerbîsan ê Kobanê bi balafira bê mirov a bi çek hate hedefgirtin.

- Gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê hat topbarankirin.

- Stasyona petrolê ya li başûrê rojavayê navçeya Tirbesipiyê ya di navbera gundên Gir Dahol û Gir Şêran de hatin bombebarankirin.

- Bankeya çandiniyê ya li başûrê Tirbespiyê, devera navbera gundên Gir Kendal û gundê Şirk ên herêma Koçerat a Dêrikê de hat bombebarankirin.

- Navenda navçeya Eyn Îsayê.

- Stasyona kehrebeyê ya Eyn Îsayê.

- Benda kontrolê ya li deriyê başûrê yê ketina Eyn Îsayê.

- Gundê Xalidiyê yê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê.

- Bajarokê Celebiyê yê 45 kîlometre dikeve başûrê bajarê Kobanê.

- Navenda Temwînê (Çavdêriya bazarê) ya li Dirbêsiyê.

- Cihê berê yê şirketa Lavarge ya fransî ya li rojhilatê Kobanê 3 caran hat bombebarankirin.

- Di êrişa bi balafira bê mirov a bi çek a li ser gundê Kerbetlî yê navçeya Dirbêsiyê  de jina bi navê Ehlam Ebdurezaq Remo û zarokên wê Rojan (3) û Can (4) birîndar bûn.

- Stsayona ceyranê ya bajarê Kobanê.

- Gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê.

- Çewilka pez a li gundê Şêx Copan ê başûrê bajarê Kobanê hat bombebarankirin.

- Li devera navbera gundên Quneytra û Şaemsûr ê rojavayê Dirbêsiyê 3 cih hatin bombebarankirin.

- Nuqteya hêzên Şamê ya li gundê Şewarxe yê navçeya Şerayê 3 caran hat topbarankirin.

- Tîmên agirkujiyê yên hewl didan şewata ji ber bombebaranê ya li şîrketa Lavarge ya li Kobanê vemirînin, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.

- Li navneda bajarê Kobanê embareke genim hat bombebarankirin.

- Li rojavayê bajarê Kobanê daristanek hat bombebarankirin.

- Di êrişa hewayî ya li dijî noqteya hêzên Şamê ya li gundê Dibane yê Qamişloyê de 5 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.

- Stasyona kehrebeyê ya li navçeya Amûdê û gundê Kotihê yê rojavayê navçeyê hatin bombebarankirin.

- Rojnamevanan dîmenên cihê êrişa li Kobanê dikişandin jî hatin hedefkirin.

- Aşxaneya Dirbas a li Amûdê hat bombebarankirin û 2 karkerên bi navê Mihemed Xêr Şêxî (23) û Hisên Ayiş Hisên (45) birîndar bûn.

- Gundê Merkeba yê Amûdê hat hedefkirin.

- Şirketa Nêrgiz a li gundê Heremê Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişloyê hat hedefkirin.

- Stasyona kerebeyê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.

- Depoyek li ser rêya balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin. Di êrişê de zarokek bi navê Hêlin Mihemed birîndar bû.

- Dibistana fêrkirina ajokariyê ya bajarokê Girbawî yê Qamişlo hat bombebarankirin.

- Kargeha çêkirina helawê û tehînê ya li rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.

- Depoyeke amûrên xizmetguzariyê ya li nêzî balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin.

- Stasyoneke petrolê ya li başûrê rojavayê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

- Benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Xeznê ya Tirbespiyê hat bombebarankirin.

- Cihê petrolê ya li gundê Xatûne yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

- Stasyona petrolê ya Ude ya li rojhilatê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

- Stasyona gazê ya sereke ya li Tirbespiyê 10 caran hat bombebarankirin.

- Benda kontrolê ya hêzên ewlekariyê ya li gundê Kevirê Spî yê başûrê rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.

- Stasyona kehrebeyê ya li Tirbespiyê hat bombebarankirin.

- Navenda petrolê ya li rojhilatê Tirbespiyê 3 caran hat bombebarankirin.

- Navenda petrolê ya li gundê Girê Pirê yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.

- Navenda Siwêdiyê ya ku kehrebeyê dide kantona Cizîrê hat bombebarankirin.

- Navenda Tifle ya safîkirina sotemeniyê ya li herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.

- Stasyona xazê ya li gundê Siwêdiyê ya li navbera Girkê Legê û Dêrikê 10 caran hat bombebarankirin.

- Gundên Eyn Deqnê, Minx û derdora navçeya Til Rifatê yên girêdayî Şehbayê hatin topbarankirin.

Êrîşên sibeha 15’yê Çileyê

- Li navçeya Til Temir depoyên genim ên Um Kêf ên rojavayê navçeyê bi çekên giran hatin topbarankirin.

- Embarên genim ên li Um El-Kif ên li rojavayê Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.

ANHA