Balafirên şer gundên Gelale û Qendîlê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şevê din li Başûrê Kurdistanê gundên Gelale û Qendîlê bombebaran kirin.

Balafirên şer gundên Gelale û Qendîlê bombebaran kirin
15 ÇILE, 2024   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şevê din sînorên gundê Gelale yê girêdayî herêma Şarbajar a Silêmaniyê û gundên Qendîlê bombebaran kirine.

Derbarê ziyanan de heya niha ti agahî nehatine bidestxistin.