UNRWA: Nêzî 2 milyon filistînî koçber bûne

Saziya Alîkariya bi Penaberên Filîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand ku ji destpêka şerê 7’ê Cotmehê ve milyonek û 900 hezar kes ji Xezayê koçber bûne.

UNRWA: Nêzî 2 milyon filistînî koçber bûne
11 ÇILE, 2024   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Alîkariya bi Penaberên Filîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) da zanîn ku ji roja destpêka şerê Îsraîl û Hemasê (7’ê Cotmeha 2023’yan) ve milyonek û 900 hezar kes (ji sedî 85’ê gelheya Xezayê) ji Xezayê koçber bûye. UNRWA’yê diyar kir derdora milyonek û 4 hezar koçber li 155 navendên wê yên li Xezayê dimînin.

URNWA’yê da zanîn ku ji destpêka şer ve 146 karmendên wê hatine kuştin û diyar kir ku 150 hezar kes ji ber fermanên Îsraîlê yên valakirina herêma navîn û Xan Yûnisê, ji navendên wê dûr ketine.

(bb)