Doza dijî Îsraîlê destpê dike

Doza ku dijî Îsraîlê bi tawana  “pêkanîna qirkirina komî" hatibû vekirin, îro destpê dike.

Doza dijî Îsraîlê destpê dike
11 ÇILE, 2024   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Doza ku ji aliyê Afrîkaya Başûr ve di Kanûna 2023’yan de li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî derbarê Îsraîlê de bi tawanbariya pêkanîna "Qirkirina komî" ya li Xezayê hatibû vekirin, îro destpê dike. 

Danişînên dozê wê îro û sibe (11,12 Çile 2024) li Dadgeha Ceza ya Naventeweyî ku navenda wê li bajarê Lahey ê Hollandayê ye, bên dîtin.

Doz bi Tawana, "Şerê Îsraîlê ku li Xezayê li dijî Hemasê dimeşîne peymana pêşîgirtina li sûcên qirkirina komî ya 1948’an binpê dike" hatiye vekirn.

Di rûniştinan de dê daxwaza Afrîka Başûr a rawestandina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Xezayê jî were guhdarkirin.

Piştî vekirina doze Kolombiya û Brezîlyayê jî piştgirî dabû Afrîkaya Başûr.

NÛNERA NY’Ê WÊ BIÇE FILISTÎNÊ

Li aliyê din li gorî berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, wê Nûnera Taybet a NY’yê Pramila Patten ku erka wê lêkolînkirina tundiya zayendî ya di dema şeran de ye, di dawiya Çileyê de biçe Îsraîl û Şerîda Rojava (Filîstîn). Patten wê li van deran tawanên têkildarî tundiya zayendî ku ji dema êrişên 7’ê Comtehê ve pêk hatine, kom bike.

Desthilata Îsrarîlê jî lêpirsînek têkildarî sûcên zayendî ku di êrişên li dijî wê hatine kirin de vekiriye.

Îsraîlê demek beriya niha rexne li DYA’yê kiribû ku di vê mijarê de erka xwe bi awayekî têrker pêk nayîne û sûcên têne kirin, nabîne.

Li gorî daneyên AFP’ê, ji destpêka şerê Îsraîlê û Hemasê (7’ê Cotmehê 2023’an) ve, derdora  hezar û 140 kes hatin kuştin. Lê li gorî wezareta tenduristiyê ya Xezayê 23 hezar û 357 kes hatine kuştin û 59 hezar û 410 kes birîndar bûne.